Li hember taxên berxwedanê yên Geverê êrîş

Li Geverê ku êrîşên qirkirinê yên hêzên dewleta Tirk didomin, ji Tabûra Efeler û Fermandariya Alay a Navçeyê topbaran bi hewanan û fuzeyên tankên a li ser taxên berxwedanê destpê kir.

Li Geverê ku êrîşên qirkirinê yên hêzên dewleta Tirk didomin, ji Tabûra Efeler û Fermandariya Alay a Navçeyê topbaran bi hewanan û fuzeyên tankên a li ser taxên berxwedanê destpê kir.

Li navçeya Gever a Colemêrgê ku di bin navê “qedexeya kolanan” de dorpêç û êrîş di roja duwem de didomin, li ser taxên berxwedanê topbaran bi hewana dîsa destpê kir. Ji Fermandariya Alaya Navçeyê û Tabûra Efeler li ser taxên Eskî Kişla, Orman, Mezarlik, Gungor û Zagrosê bi topên hewanê û fuzeyên tankan top tên barandin, hate ragihandin ku topên hewanê li gelek malan ketiye.

Di bomberdûmana duh êvarî de gelek malên li Taxa Eskî Kişlayê hilweşiyabûn.

Her wiha, ji lojmanên TOKÎ jî gelek tîmên JOH û POH’ê bi wesayîtên zirxî sewqî Cadeya Îpekyolû hatin kirin.