Li Osmaniyeyê 2 kes hatin girtin

Ji 5 endamên HDP’ê yê li Osmaniyeyê hatibûn binçavkirin, 2 kes bi îdîaya “endamê rexistinê ne” hatin girtin.

Ji 5 endamên HDP’ê yê li  Osmaniyeyê  hatibûn binçavkirin,  2 kes bi îdîaya “endamê rexistinê ne” hatin girtin. 

Endamê HDP’ê Metîn Eren, Nurettîn Daşdemîr, M.Alî lkto, Tahîr Eye û Tayyîp Kiliç  duh li Osmaniyeyê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Duh piştî karên li Emniyetê, Eren şandin dadgehê û li vir bi îdîaya “endamê Rexistinê” hate girtin. 

Îro jî Daşdemîr, Ikto Eye û Kiliç piştî karên li emniyetê anîn dadgehê. Pîştî îfadeya dozgeriyê, bi îdîaya “Endamê rexistinê ne” sewqî dadgehê hatin kirin, Daşdemîr û Eye bi şerta kontrola edlî serbest hatin berdan. Ikto û Kiliç jî hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî a Tîpa T a Osmaniyeyê.