Akademîsyenên hatin girtin: Em li pişt danezanê ne

Akademîsyenên ku ji ber mora xwe danîn binê danezana aştiyê hatin girtin, dan xuyakirin ku ew li pişt gotinên xwe ne.

Ji akademîsyenên ji bo aştiyê Alk. Doç. Dr. Esra Mûngan, Alk. Doç. Dr. Mûzaffer Kaya û Doç. Dr. Kivanç Ersoy ên ji ber danezana "em ê nebin hevparê vî sûcî" ji aliyê AKP'ê û Qesrê ve hedef hatin girtin û duh ji aliyê 5. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê ve hatin girtin, agahiyên li ser parastina wan a li dadgehê bi dest ketin.

KAYA: EM JI TI CIHÎ FERMAN NEGIRTE; NÊRÎNÊN ME BI XWE NE

Ji akademîsyenan Kaya di parastina xwe de diyar kir, ku ew îdîaya "propaganda rêxistinê" qebûl nake û anî ziman ku wê li dozgeriyê îfadeyeke berfireh daye. Kaya bibîr xist ku dozger pirsa "Rêvebera KCK'ê Besê Hozat ferman daye we?" pirsî ye û got, "Cihê ku ev 10 sal in ez lê wezîfedar im diyar e. Cih û warê min diyar e. Çima dixwazin bi awayekî girtî werim darizandin, ez vê fêm nakim. Min navê Besê Hozat cara yekemîn li dozgeriyê bihîst. Min ji dozger re jî got, me ji ti cihî ferman negirtine."

MÛNGAN: ME DANEZAN JI DEWLETÊ RE NIVÎSAND Û EM LI PIŞT IN

Ji akademîsyenan Mûngan jî da xuyakirin, ku koma wan a 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' di sala 2012'an de ava bûye û ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê hatiye damezrandin. Mûngan diyar kir, dema dewletê di sala 2013'an de pêvajoya aştiyê da destpêkirin wan dane xuyakirin ku ew amade ne destekê bidin vê pêvajoyê û bibîr xist, ku hemû daxuyaniyên wan ên ji swala 2013'an û vir ve yên ji bo xurtkirina pêvajoya aştiyê, qeydkirî ne.

Mûngan der barê civîna çapemeniyê ya 11'ê Çileyê li Stenbolê de anî ziman, ku ji bo bidawîkirina şerê ji nû ve destpê kir, ji nû ve meşandina pêvajoya aştiyê û ewlekirina jiyana welatiyan wan bang li dewletê kirine û got, "Ji ber ku di navbera welatiyên bacê didin dewletê û dewletê bi xwe de hevpeymaneke civakî heye. Li gorî vê hevpeymana civakî, di berdêla bicihanîna wezîfeyên welatiyan de dewlet berpirsyar e ku mafê jiyan, mafê aştiyê, mafê mirovan û mafên din ên welatiyan biparêze. Lewma mûxatabê me dewlet bû. Em li pişt mora xwe ne. Hewldanên me yên di vî warî de wê bidomin."

ERSOY: AZADIYA MIN E Û MAFÊ MIN E

Akademîsyen Ersoy jî got, "Ez û hevalên min ên din, akademîsyenên li zanîngehên ser bi YOK'ê perwerdeyê didin e. Ji bilî vîna xwe em ji kesî fermanekê nagirin. Ez ji aştiyê bawer dikim. Dixwazim aştî were welatê me. 14 salan weke karmendekî min kar kir û baca xwe da dewletê. Weke hîndekarekî min daxwaza aştiyê tevî hevalên xwe careke din dubare kir. Ev azadiya ramanê ye, mafê min ê welatîbûnê ye."