Li Stenbol, Qers, Bazîd û Dêrsimê Newroz hat qedexekirin
Li Stenbol û Bazîdê pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin. Li Agirî û Dêrsimê jî bi hinceta 'bi tenê dikare di 21'ê Adarê de were pîrozkirin' hat qedexekirin.

Waliyê Tirk destûr neda ku Newroz di 20'ê Adarê de li Bazara Gel a li Bakirkoy a Stenbolê were pîrozkirin.
Pîrozbahiyên li Qers û Bazîdê jî, ji aliyê qeymeqamtî û walîtiya Tirk ve hatin qedexekirin. Weke hincet ji astengiya li Bazîdê re hat gotin, 'Newroz bi tenê dikare di 21'ê Adarê de were pîrozkirin'.
Komîteya Amadekar a Newrozê da xuyakirin, ku eger rayedarên Tirk di qedexeyê de israr bikin, ew ê sibe li ber avahiya DBP'ê ya Bajêr Newrozê pîroz bikin.
Pîrozbahiya li navçeya Agirî Bazîdê jî ku tê plankirin di 19'ê Adarê de li Otogara Berê ya li ber avahiya Şaredariyê bê lidarxistin, ji aliyê qeymeqamtiya Tirk ve bi hinceta "em nikarin ewlekariya wê bikin" hat astengkirin.
Li Dêrsimê jî Newroz wê di 18'ê Adarê de were pîrozkirin. Lê belê rayedarên Tirk bahaneya 'tenê dikare di 21'ê Adarê de were pîrozkirin' destûra vê pîrozbahiyê nedan.