Nasnameya çeteyê DAIŞ’ê yê li Brukselê hat kuştin hat eşkerekirin

Hat diyarkirin ku endamê DAIŞ’ê yê duh li bajarê Bruksel ê Belçîkayê ji aliyê polîsan hate kuştin, hemwelatiyê Cezayîrê Mûhammed Belkaîd ê ku sala 1980 jidayikbûyî ye.

Di daxuyaniya polîsên Belçîka de hat gotin ku duh di serdegirtina li apartmanek semta Forest a Brukselê de endamê çeteya DAIŞ’ê hemwelatiyê Cezayîrê Mûhammed Belkaîd hatiye kuştin.

Polîsan da xuyakirin ku Belkaîd bi awayekî îllegal li Belçîkayê ye û têkîliya wî bi hucreya DAIŞ’ê ya ji qetlîama Parîsê ku 130 kes hatibûn qetilkirin re heye.

Ji bo girtina 2 çeteyên DAIŞ’ê yên ji operasyonê rewiyan jî operasyona polîsên Belçîkî didome.