EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Brukselê 400 koçber 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
Li paytexta Belçîka Brukselê 400 koçber 40 roj in li lokaleke zanîngehê di greva birçîbûnê de ne. Rektoran bi helwesteke hevpar bang li rayedaran kirin ku çareseriyekê peyda bikin. -
Hejmara penaxwazan ya ji bo Ewropa kêm bûye
Tê diyarkirin ku di salên dawî de ji ber şewbê hejmara kesên ji Ewropayê daxwaza îltîcayê kirin kêmbûnek zêde çêbûye. -
Li balafirgeha Provnce ya Marsîlyayê çalakiya bêîteatiya sivîl a ciwanan
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, aktîvîstên TCŞ'ê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê çalakiyeke bêîteatiya sivîl li dar xistin. -
Êrîşên dewleta Tirk a li Kurdistanê li Saratovê hate şermezarkirin
Li Saratovayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Nivîskar Sedat Ûlûgana yê li Maltayê hate destgîrkirin, berdan- NÛ BÛ
Nivîskar Sedat Ûlûgana yê ragihandibû ku ew li Maltayê hatibû destgîrkirin û ji ber miameleya xerab wî dest bi greva birçîbûnê kiriye, hate berdan. -
Çalakgerên Nobeta Azadiyê ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin
Li Strasboûrgê Nobeta Azadiyê 10 sal in didome. Koma nû çalakî wergirt û di hefteya 471’ê de li dijî tecrîd, dagirkerî û qirkirinê banga yekîtiya neteweyî kirin. -
Ciwanan li balefirgeha Charles de Gaûelleyê çalakî kirin
Çalakvanên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TekoJIN’ê li balefirgeha Charles de Gaûelle ya Parîsê li pêşiya buroya Balefirgeha Tirkan çalakiyek kirin. Ciwanan êrişên dagirker ên dewleta Tirk û tûrîzma Tirkiyeyê protesto kirin. -
Greva li Yewnanistanê di roja 176’an de ye
Greva birçîbûnê ya Kurdistaniyan li dijî tecrîd û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Yewnanistanê dabû destpêkirin, di roja 176’an de ye. -
Li Fransayê hilbijartin pêk hat, hilbijêr tevlî nebûn
Li Fransayê, roja Yekşemê tûra duyemîn a hilbijartinên xwecihî û herêmî pêk hat. Hilbijêran deng nedan û helwest nîşanî partiyên siyasî hemûyan da. -
Zeynep Kinaci li Essen û Toûloûse hat bibîranîn
Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci ku 30 Hezîrana 1996’an li Dêrsimê li dijî artêşa Tirk çalakiya fedayî pêk anîbû, li bajarê Essen ya Elmanya û li bajarê Toûloûse ya Fransayê hate bibîranîn. -
Polîsên Elmanyayê şîddet li heyeta Defend Kurdistanê kir
Polîsên Elmanyayê endamekî Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) yê ku ji Başûrê Kurdistanê vegeriya, destgîr kir. -
Êrişên dagirker ên dewleta Tirk hatin protestokirin
Li bajarên Parîs û Bordeaûxê êrişên dagirker ên dewleta Tirk hatin protestokirin. -
Şehîdên meha Hezîranê li Londrayê hatin bibîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) a nemir ku sala 1996’an li Dêrsimê çalakiya fedayî pêkanî û gerîlayê ARGK’ê Bektaş Ulger (Hasan) li paytexta Îngîltere Londonê bi merasîmeke girseyî hate bibîranîn. -
Heyeta Aştiyê: Wê têkoşîna me ya li dijî dagirkerî û qirkirinê bidome
Êrişên dagirker û qirker ên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dike, li Bernê ya ku paytexta Swîsreyê ye ji aliyê Defend Kurdistanê (Kurdistanê Biparêze) hate protestokirin. -
Nobeta Azadî ji Ocalan re kete sala 10’an
Nobeta Azadiyê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê hatibû destpêkirin, kete sala 10’an. -
Li Marsîlyayê êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê hat şermezarkirin
Li Marsîlyayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk dibe ser Herêmên Parastina Medyayê meşeke protestoyî hat lidarxistin. -
Şehîdên li Mam Reşo û Şêx Seîd hatin bîranîn
Li bajarê Melboûrne yê Evûsralyayê Şêx Seîd û hevrêyên wî, li bajarê Halleyê jî 7 gerîlayên li Mam Reşo şehîd bûbûn hatin bîranîn. -
Ciwanên Kurd balefira Tirkan asteng kirin
Ciwanên Kurd li Baselê balefira kû diçû Tirkiyeyê asteng kirin. -
Li Evûstralyayê Kurd û dostên wan li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li bajarê Perth ê Evûstralyayê Kurd û dostên wan dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî protesto kirin. -
Hilbijêrên Kurd û Swîsreyî yên Lozanê banga ‘aştî û diyalogê’ kirin
Hilbijarên bajarê Lozan a Swîsre ku daxuyaniyek nivîskî da, banga ‘aştî û diyalogê’ kirin. -
Şehîdên Meha Hezîranê li Kolnê hatin bibîranîn
Li bajarê Koln a Elmanyayê şehîdên Meha Hezîranê bi çalakiyekê hatin bibîranîn. -
Swêd: Divê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re diyalogên çêker bên pêşxistin
Wezîra Kara Derve ya Swêd Ann Lînde bersiv da pêşnûme pirsa Parlementerê Partiya Karker a Demokrat Sosyal a Swîsre Anders Osterberg a derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Linde diyar kir ku divê diyalog bi Rêveberiya Xweser bê pêşxistin. -
Li Elmanya ala PKK’ê hate qedexekirin
Piştî lûtkeya Yekîtiya Ewropa (YE) û şûnde, Parlementoya Elmanya pêşnûmeyasayek a qedexekirina ala PKK’ê erê kir. -
Nobeta Azadiyê kete sala 10'an
Zulfu Bingol a ku koordînasyona ''Nobeta Azadiyê'' ye, têkilî çalakiyê ku ev 10 sal in li Strasboûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, got, ''Heke hûn dixwazin li dilsoziya gelê me ya bi Rêbertî re bibînin li vê çalakiyê binerin.'' -
Yekîtiya Ewropayê ji Erdogan xwest 'astengiyên dawî' rake
Di civîna bilind a rêveberên Yekîtiya Ewropayê de ji bo nûkirina têkiliyên bi Enqereyê re hate xwestin, ku astengiyên dawî bên rakirin.