Nobeta Azadî ji Ocalan re kete sala 10’an

Nobeta Azadiyê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê hatibû destpêkirin, kete sala 10’an.

Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî di 25’ê Hezîrana 2012’an de Nobeta Azadiyê hatibû destpêkirin û ev çalakî kete sala 10’an.

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi wesîleya ‘Nobeta Azadiyê’ ya ku kete sala 10’an bi pêşengiya KCDK-E’yê meş û mîtîngeke girseyî hate kirin. Di meş û mîtîngê de hate diyarkirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd û bi tecrîdê re tê xwestin îradeya gelê Kurd were bêdengkirin.

Di meş û mîtîngê de hate diyarkirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, wê têkoşîn were domandin û qala girîngiya yekîtiya Kurdan hate kirin.

Di meş û mîtîngê de hate diyarkirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dagirkeriya li ser Kurdistanê re didome. Di meşê de belavok hatin xwnedin û hate diyarkirin ku mifteya çareseriya doza Kurdan û îradeya gelê Kurd li Îmraliyê ye.

Gelê Kurd û dostên wan li Qada Repûblîqûeyê hatin ba hev û bi pankartên ‘Em ê komploya 15’ê Sibatê ji bîr nekin’, ‘Tecrîda li ser Rêber Apo sûcê mirovayetiyê ye’, ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Tecrîd sûcê mirovayetiyê ye’ hatin hildan. Di meşê de posterên Rêber Apo û alayên PKK’ê hatin hildan.

Di meşê de sloganên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan’, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ hate berzkirin. Meş dema hate ber Konseya Ewropayê bi qasî 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hate kirin.

Piştî çalakiya rûniştinê gel çû qada ku 10 sal in çalakiya Nobeta Azadiyê lê tê kirin. Di mîtîngê de nûnerên saziyan axivîn û diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gorî planekê didome.

Piştî axaftinan nûnerên saziyên ji Oldenbûrgê di hefteya 470’an de Nobeta Azadiyê wergirtin.

Nûner an jî hevserokên KCDK- TJK-E, KON-MED, FCDK-Kawa, NCDK-S, FCK-BW, KOMAW, PJAK, FEDA, NAV-YEK, MSC, KJAR, PYD, SMJÊ, CDK-F di komê de cih digirin.