Şehîdên li Mam Reşo û Şêx Seîd hatin bîranîn

Li bajarê Melboûrne yê Evûsralyayê Şêx Seîd û hevrêyên wî, li bajarê Halleyê jî 7 gerîlayên li Mam Reşo şehîd bûbûn hatin bîranîn.

MELBOÛRNE

Li bajarê Melboûrne yê Evûstralyayê Şêx Seîd û hevreyên wî ji aliyê Komîsyona Perwerdehiyê ya NavKurdê hatin bîranîn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Endamê Komîsyona Perwerdehiyê Mahmût Kahraman diyar kir ku di meha Hezîranê de gelek şehîdên gelê Kurd hene û got “Şêx Seîd ji do heta îro berdêlê didin. Çiyayên me her roj tên bomberdûmankirin, çekên kîmyewî tên bikaranîn. Her parçeyê welatê me tê dagirkirin lê gerîlayên me jî li hemberî artêşa barbaran dîrokê dinivîsin.”

Dîroknasê Kurd Namik Kemal Dîncî jî bi rêya bernameya Zooomê li ser Serhildana Şêx Seîd û dîroka Kurdistanê axivî.

HALLE

Li bajarê Halle yê Elmanyayêjî pêkhateyên Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk û dostên wan 7 gerîlayên şehîd ên li Mam Reşo bîranîn. Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş jî tevlî bîranînê bû.

Aktaş diyar kir ku êrişên dagirker ên li dijî Kurdistanê tê wateya îmhakirina nirxên li Kurdistanê û qala yekîtiya neteweyî kir. Aktaş got  “Heft şehîdên me her çar parçeyên Kurdistanê temsîl dikin. Ev rûmeteke mezin e. Wan ji bo pêşeroja Kurdistanê li ber xwe dan. Divê dewleta Tirk a dagirker û faşîzma AKP û MHP’ê baş bizanibin, gelê Kurd têk naçin. Qehremanên li Mam Reşo berxwedêrên herî mezin ên dema me bûn.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser qehremanên Mam Reşo hate nîşandan.