Zeynep Kinaci li Essen û Toûloûse hat bibîranîn

Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci ku 30 Hezîrana 1996’an li Dêrsimê li dijî artêşa Tirk çalakiya fedayî pêk anîbû, li bajarê Essen ya Elmanya û li bajarê Toûloûse ya Fransayê hate bibîranîn.

KOMAV û Meclîsa Jin a Şehîd Bêrîvan Şengal li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya li Elmanya bi minasebeta 25'emîn, salvegera şehadeta gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci ji bo bîranîna wê civînek li dar xist.

Civîna ku hemû şehîdên Hezîranê bibîr anî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de nameyên Zeynep Kinaci û ya Sema Yuce ku di 21’ê Adara 1998’an li girtîgehê bi agirberdana bedena xwe çalakiya fedayî kiribû, hatin xwendin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse ku dikeve başûrê Fransayê jî ji bo bîranîna Zeynep Kinaci merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û nameya Zeynep Kinaci ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsandî hate xwendin.

Di merasîmê de her wiha sînevîzyonek hate nîşandan.