Li Brukselê 400 koçber 40 roj in di greva birçîbûnê de ne

Li paytexta Belçîka Brukselê 400 koçber 40 roj in li lokaleke zanîngehê di greva birçîbûnê de ne. Rektoran bi helwesteke hevpar bang li rayedaran kirin ku çareseriyekê peyda bikin.

Li Zanîngeha Azad a Brukselê ya Frankofon (ULB), li Zanîngeha Azad a Brukselê (VUB) ku bi zimanê Flamanî perwerdeyê dide û li Dêra Beguinageyê 400 koçber 40 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Di nava wan de gelek koçber hene ku bi salan e li Belçîkayê ne û dixebitin. Koçber daxwaza mafê mayinê dikin.

Rektorên zanîngehên Frankofonê bi helwesteke hevpar xwestin ku ji rewşa koçberên di greva birçîbûnê de ne çareserî bê peydakirin.

Konseya Rektoran diyar kirin ku rewşa tenduristiyê ya çalakgeran di asta alarmê de ye û bang li saziyên siyasî yên erkdar kir ku qet nebe ji bo demkî jî be derfetên qanûnî bixin dewrê û çareseriyekê peyda bikin.

Rektoran ji çalakgeran jî xwestin ku dawî li çalakiya xwe bînin û bal kişandin ser girîngiya çareseriya bi diyalogê û mirovane.

Partiya Hawirdorparêz Eoclo jî çareseriyeke mirovî û bi rûmet dixwaze. Partiya Sosyalîst jî bang kir ku ji bo çareseriya lezgîn desteya wezîran bicive.

Greva birçîbûnê 23'ê Gulanê dest pê kiribû.