Heyeta Aştiyê: Wê têkoşîna me ya li dijî dagirkerî û qirkirinê bidome

Êrişên dagirker û qirker ên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dike, li Bernê ya ku paytexta Swîsreyê ye ji aliyê Defend Kurdistanê (Kurdistanê Biparêze) hate protestokirin.

Çalakî ji aliyê Defend Kurdistanê (Kurdistanê Biparêze) hate lidarxistin, pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk jî di nav de bi sedan kesên ji derdorên demokrasiyê yên ji Swîsre, Tirkiye û Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî li Reîthalleyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên demokrasiyê û Têkoşîna Azadiya Kurdistasnê hate destpêkirin.

Li ser navê Komîteya Amadekar a çalakiyê Hediye Mûınzû axivî û bang kir ku divê li dijî dagirkerî û qetlîaman têkoşîn were geşkirin.

Sekreterê Partiya Basta û Keskan û rojnameger Franzîska Stîer ê ku di nav heyetê de cih digirt û ji bo aştiyê çûbû Başûrê Kurdistanê diyar kir ligel ku Elmanyayê ew asteng kirine jî wan xwe gihandine Başûrê Kurdistanê.

Stîer got “Rêveberiya PDK’ê nexwest daxwazên me yên aştiyê bibîne, em dersînor kirin û bûn hevkarên êrişên dagirker.”

Dayika Aştiyê û endama înîsîyatîfê Saadet Kûran a ku ew jî çû Hewlêrê jî diyar kir ku wan dixwest ji bo aştiyê biçin Herêmên Parastinê yên Medyayê lê PDK’ê pêşiya wan girtiye. Kûran got “Li Elmanya û dewletên Ewropayê di serî de yên ku daxwaza me ya aştiyê naxwazin bibînin û li hemberî PDK’ê ya ku dagirkeriyê rewa dibînin em ê li her derê daxwazên xwe yên aştiyê geş bikin.”

Di çalakiyê de xwedî li pêngavên ‘Li hemberî tecrîd, dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, her der Zap û her der Metîna ye’ û ‘Dem dema azadiyê ye’ hate derketin.