EWROPA
Hemû Nûçe
-
Hikûmeta Elman kongreya KCDK-E’yê qedexe kir
KCDK-E, ragihand ku dewleta Elman kongreya wan a ku wê 11’ê Tîrmehê li Kolnê bihata kirin, qedexe kir. -
Li Fransayê Meydana Hevrîn Xelef 12'ê Îlonê wê were vekirin
Li Fransayê Meclîsa Şaredariyê ya Lyonê navê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef da meydanekê. Hate ragihandin meydan 21'ê Îlonê wê ji hêla Şaredar ve were vekirin. -
Li Fransayê daxwaza mayinê ya bi hezaran kesî hate redkirin
Hate ragihandin ku li Fransayê ji Cotmeha 2020'î heta Hezîrana 2021'ê walîtiyan zêdeyî 28 hezar daxwaza mayina li Fransayê red kirine. -
Parlementerên PE’yê doza girtina HDP’ê mehkûm kirin
PE’yê zextên Tirkiye û doza girtina HDP’ê şermezar kir, pêşnûmeyek ku rexneyê li vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê, jî erê kir. -
Li Lyonê navê Hevrîn Xelef dan qadeke bajêr
Meclîsa Şaredariya Lyonê navê Hevrîn Xelef da qadeke li bajêr. -
Greva birçîbûnê ya li Lavrîoyê bi koma 38'an dewam dike
Kurdistaniyên li Lavrîoyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 186 roj in di greva birçîbûnê de ne. Çalakî bi koma 38'an dewam dike. -
Ciwanan li Grignyê Şehîd Baran Mawa bi bîr anîn
Ciwan li herêma Grigny a Parîsê, ji bo bîranîna Şehîd Baran Mawa meşiyan. -
Li Berlînê êriş birin ser rojnamevan Acarer
Li Berlînê, bi kêr û kulman êriş birin ser rojnamevan Erk Acarer. -
Fermandar Baran Mawa li Lavrîo, Marsîlya û Zurîchê hate bîranîn
Şehîd Baran Mawa, Ûlaş Dersim, Andok Ozgur û Agît Bîsmîl li Lavrîo, Marsîlya û Zurîchê hatin bîranîn. -
Parlamenta Swêdê Lofven careke din kir Serokwezîr
Parlamenta Swêdê, siyasetmedarê sosyal demokrat Stefan Lofven jinûve kir Serokwezîr. -
Li Cenevreyê çalakiya li dijî dagirkerî û tecrîdê didome
Li Cenevreyê çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirker didome. -
Ji Lozanê heta Cenevreyê meşa dirêj a li dijî dagirkeriyê
Kurd û dostên xwe, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê ji Lozanê heta Cenevreyê bimeşin. -
Parlementoya Hollandayê jenosîda Şengalê nas kir
Parlamentoya Hollandayê, Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li ser civaka Êzidî ya Şengalê weke jenosîd, ango qirkirina Êzidiyan nas kir. -
Li Barselonayê berxwedana gerîlayan hate silavkirin
Li Barselonayê ya ku paytexta Katalonyayê ye di çarçoveya ‘Defend Kurdistan’ê de çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de berxwedana gerîlayan hate silavkirin. -
Koma ji Hambûrgê Nobeta Azadî ji Abdullah Ocalan re wergirt
Koma ji bajarê Hambûrgê ya Elmanyayê, nobeta azadiyê ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirt. -
Ji Lozanê heta Cenevreyê 'Meşa Parastina Kurdistanê'
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê ragihand ku wê di navbera 10 û 12'ê Tîrmehê li ji Lozanê heta Cenevreyê meşek bê lidarxistin. -
Li Stockholmê meşa li dijî tecrîdê û êrişên dagirkeriyê
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li Stockholmê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin. -
Li Parîsê meşa ‘Defend Kurdistanê’
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, bi tevlêbûna gelek rêxistinan meşa ‘Defend Kurdistanê’ hate kirin. -
Zîlan li St Gallenê hate bîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiyeke fedaî kiribû, li bajarê St Gallenê yê Swîsreyê hate bîranîn. -
Li Brukselê 400 koçber 43 roj in di greva birçîbûnê de ne
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye 430 koçberên destûra niştecihbûnê dixwazin, 43 roj in di greva birçîbûnê de ne. -
Kurdan û Norwêciyan dewleta Tirk şermezar kirin
Li Osloyê, Kurdan û Norwêciyan dewleta Tirk a dagirker û qirker şermezar kirin. -
Qibrisê li hemberî şewata daristanan banga alîkariyê li qada navneteweyî kir
Li başûrê Qibrisê, ji ber germê û bê, şewata li daristanan mezin dibe. Hikumetê ji bo vemirandina şewatê banga alîkariyê li qada navneteweyî kir. -
Kurdên li Qibrisê tevî dostên xwe li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê, bi banga Însiyatîfa Defend Kurdistan (Kurdistanê Biparêze) Kurd tevî dostên xwe heta sînorê aliyê Qibrisê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, meşiyan. -
Êrişên dagirkeriyê li Berlîn û Frankfûrtê hatin şermezarkirin
Li bajarên Berlîn û Frankfûrtê yên Elmanyayê, bi banga Defend Kurdistan çalakiyek hate lidarxistin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. -
Defend Kurdistan li Madrîdê heyeta Zapatîstayê pêşwazî kir
Heyeta Defend Kurdistan li Madrîdê heyetek ji 421 kadroyên EZLN'ê pêşwazî kir. Di dema pêşwazîkirinê de Defend Kurdistan bal kişand ser pêwîstiya bi piştevaniya tevgerên şoreşger.