Li Parîsê meşa ‘Defend Kurdistanê’
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, bi tevlêbûna gelek rêxistinan meşa ‘Defend Kurdistanê’ hate kirin.
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, bi tevlêbûna gelek rêxistinan meşa ‘Defend Kurdistanê’ hate kirin.
Li Parîsê li ser banga CDK-F, CCAF (Koordînasyona Komeleyên Ermenan ên li Fransayê), Partiya Çepgir a Fransayê, Partiya Komunîst a Fransiz (PCF), France Kurdistan Ensemble û Tamazgahê meşa ‘Defend Kurdistanê’ hate kirin.
Meşa Kurdistanê Biparêze li Gare du Nordê hate destpêkirin a ku Buroya Înformasyonê ya Kurdistanê lê ye.
Gelek kesên ji partiyên siyasî ên Fransayê di pêşiya meşê de cih girtin û êrişên dagirker ên ku dewleta Tirk dibe ser Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin. Di axaftinan de qala bêdengiya Ewropayê hate kirin.
Piştî meşê li Qada Repûblîqûeyê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de Hevserokê CDK-F’yê Necmettîn Demîralp diyar kir ku tu hêz nikare li pêşiya îradeya gelê Kurd bisekine û got “Ev gel nabe kole.”
Alîkarê Hevserokê Partiya Çepgir Jean Chrîstophe Selîn jî diyar kir ku ew ê bi gelê Kurd re bin û got “Em alîgirên çareseriya doza Kurdan in. Beriya vî tiştî divê hevrêyê me Abdullah Ocalan were azadkirin û divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.”
Di mîtîngê de Şivan Perwer, hunermenda Ermen Vîchen Tardînîan, Fatoûm û Trîa Gayoneh derketin ser dikê.