Ji Lozanê heta Cenevreyê meşa dirêj a li dijî dagirkeriyê
Kurd û dostên xwe, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê ji Lozanê heta Cenevreyê bimeşin.
Kurd û dostên xwe, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê ji Lozanê heta Cenevreyê bimeşin.
Bi nêzîkbûna sala 100'î ya Peymana Lozanê, Însiyatîfa Defend Kurdistan (Kurdistanê Biparêze) li dijî dagirkerî û qirkeriyê wê ji Lozanê heta Cenevreyê meşeke dirêj a ji 3 rojan li dar bixe.
Meş wê di 10'ê Tîrmehê de li Lozanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê bike û bi dirûşma "Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê Biparêzin" bê lidarxistin.
Tevî Kurdistanî û Tirkiyeyiyan wê gelek rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, nûnerên partiyan û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Ewropayê beşdarî meşê bibin. Di dema meşê de wê semîner, panel, civînên gel, konser werin lidarxistin û berxwedana mafdar a gelê Kurd a li dijî konsepta qirkerî û dagirkeriyê bê vegotin.
Civaka Demokratîk a Kurdên li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) têkildarî meşa dirêj bang li Kurdistaniyan û hêzên demokrasiyê kir ku tevlî bibin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êdî Kurdên li ser xeta berxwedanê û dostên wan, Lozan a bêhikum maye û nûkirina Lozanê qebûl nakin. Rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, jin û ciwanên ji pêkhate û baweriyên cuda wê di 10-12'ê Tîrmehê de ji Lozanê heta Cenevreyê ji bo sê rojan bimeşin.
Di serî de Kurdên li Swîsreyê em bang li Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê dikin ku tevlî vê meşê bibin."