Defend Kurdistan li Madrîdê heyeta Zapatîstayê pêşwazî kir

Heyeta Defend Kurdistan li Madrîdê heyetek ji 421 kadroyên EZLN'ê pêşwazî kir. Di dema pêşwazîkirinê de Defend Kurdistan bal kişand ser pêwîstiya bi piştevaniya tevgerên şoreşger.

Li paytexta Spanya Madrîdê, 421 kadroyên 'La Montana-Çiya' ya Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta (EZLN) hatin pêşwazîkirin. Di nava heyetê de ya ku kadroyên EZLN'ê pêşwazî kir, nûnerên Rojava Azadî Madrîd û Womend Defend Rojava jî hebûn.

Merasîma pêşwazîkirinê li taxa Lavapiesê pêk hat û bi navê Rojava Azadî Madrîd û Womend Defend Rojava axaftin hate kirin û hate gotin, "Di 3'ê Tîrmehê roja çalakiyan a glogal a li dijî dagirkeriyê de li her devera cîhanê çalakiyên Defend Kurdistan têne lidarxistin."

Qiseker anî ziman ku ew bi kêfxweşî heyeta EZLN'ê pêşwazî dikin û got, "Em hêvîdarin ku rêwîtiya we ya li Ewropayê wê ji bo vê Ewropaya kevn a ku ji ezeztiyê tengav bûye, mîna bayekî ji daristana Lacandona be."

Nûner bal kişan ser çiyayên bilind ên Kurdistanê û got, "Li Kurdistanê jî çiyayên bilind hene, li van çiyayan û deştên wan neolîtîk a beriya 10 hezar salî berfireh bû û 40 sal in şoreşeke nû pêk tê. Xwişkên şoreşa Zapatîsta. Demokrasiya ji bingehê ve, azadiya zayendî û parastina cîhanê hemanên bingehîn ên tevgerên Kurdistanê û şoreşa Rojava ye ku îro ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên cîhadîst di xeteriyê de ye."

Pirtûka li ser Rojava ku ji aliyê jinên enternasyonalîst ên Ewropî ve hatiye nivîsandin diyarî heyetê hate kirin.