Qibrisê li hemberî şewata daristanan banga alîkariyê li qada navneteweyî kir

Li başûrê Qibrisê, ji ber germê û bê, şewata li daristanan mezin dibe. Hikumetê ji bo vemirandina şewatê banga alîkariyê li qada navneteweyî kir.

Heta şeva Şemiyê, şewata li navçeya Arakapasê ya li bakurê bajarê Lîmasolê dewam dikir. Nehate ragihandin ku ji ber şewatê tiştek bi kesî hatiye yan na. Li gorî agahiyan, ji ber şewatê gelek xanî şewitîn.

Navçeya Larcana ku bi 50 kîlometreyî dûrî Lîmasolê ye û li peravê ye, ji bo tedbîrê hate valakirin.

Wezîrê Karên Derve Nîkos Chrîstodoûlîdes ji ajansa nûçeyan a neteweyî CNA'yê re axivî û diyar kir ku wan alîkarî ji Îsraîlê xwestine ku bi 200 kîlometreyî dûrî peravên wan e. Chrîstodoûlîdes got, "Me daxwaza çar balafiran kir."

Wezîrê Çandiniyê Costas Kadîs jî anî ziman ku rewş zehmet e û ji Yekîtiya Ewropayê alîkarî xwestine.

Serokkomar Nîkos Anastasîades li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo vemirandina şewatê Yewnanistanê 2 balafir şandine û Îsraîlê jî bersiva erênî daye wan. Lewma spasiya herdu welatan kir.

Rayedaran diyar kirin ku di çarçoveya mekanîzmaya alîkariya lezgîn a Ewropayê de ji Îtalyayê du balafiran hêvî dikin.

Di rewşa heyî de bi 20 wesayitên arkujiyê, 6 helîkopter û 4 balafiran, yekîneyên li baregeha Îngiliz hewl didin şewatê vemirînin.

Li Qibrisê ji destpêka hefteyê û vir ve pileya germahiyê gihîştiye 45 pileyî.