Koma ji Hambûrgê Nobeta Azadî ji Abdullah Ocalan re wergirt

Koma ji bajarê Hambûrgê ya Elmanyayê, nobeta azadiyê ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirt.

Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê Nobeta Azadiyê dabû destpêkirin. Ev nobet di hefteya 472’an de didome.

Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda li ser wî çalakiya nobetê 10 sal in didome û her hefte komeke ji Ewropayê vê çalakiyê didomînin. Vê hefteyê jî koma ji Hambûrgê hatibû ev çalakî dewr stend. Di vê komê de Mesût Gundogan, Gulten Polat û Îdrîs Savci cih digirin.

Mesût Gundogan li ser navê komê axivî û got “Dema ku ez hatim çalakiyê, ez ketim nav hesta ku Rêbertî hatibû Îtalyayê. Wekî ku ez ê wî li vir bibînim ez hatim vir. Lê mixabin Rêbertiya me 22 sal in li pêş çavê dinyayê di çarçoveya projeyeke navneteweyî de dîl e.”

Mesût Gundogan diyar kir ku ew 10 sal in dixwazin dengê gelê Kurd ragihînin dinyayê û got “Em bi vê çalakiyê durûtiya Ewropayê teşhîr dikin û diyar dikin ku em ê vê komployê bişkînin. Têkoşîna ku me bi şîara ‘Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî biqedînin’ wê teqez bigihêje serfiraziyê.”

Gundogan bang kir ku divê gelê Kurd li hemberî tecrîd, dagirkerî û qirkirinê li dora têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna gerîla bibe yek û bal kişand ser vî tiştî ku divê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên ku dibe ser Başûrê Kurdistanê jî ew bi yekîtiya neteweyî tevbigerin.

Nobeta Azadî ji Ocalan re di hefteya 471’an de ji aliyê saziyên Kurdan ên Ewropayê, nûnerên saziyên baweriyê û çalakgerên TJK-E’yê hatibû kirin.