Ji Lozanê heta Cenevreyê 'Meşa Parastina Kurdistanê'

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê ragihand ku wê di navbera 10 û 12'ê Tîrmehê li ji Lozanê heta Cenevreyê meşek bê lidarxistin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di 10-12'ê Tîrmehê wê li Swîsreyê ji bajarê Lozanê heta Cenevreyê meşek bê lidarxistin û siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan û akademîsyen tevlî bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bajarê Lozanê yê Swîsreyê ku bi Peymana Qirkirinê ya Lozanê Kurdistan lê kirin 4 parçe, heta bajarê Cenevreyê em ê meşeke ji bo 3 rojan li dar bixin. Meş wê li dijî qirkerî û dagirkeriya li ser Kurdistanê bi dirûşma 'Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê biparêzin' bê lidarxistin.

Ji nêrînên siyasî yên cuda, ji parçeyên cuda yên Kurdistanê wê nûnerên sazî û partiyan, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, wênevan, rojnamevan, akademîsyen, Xiristiyan, Kurd, Suryanî-Keldanî, Asûrî, Ermen, Tirkmen, Elewî, Misilman, Êzidî, jin û ciwan di 10, 11, 12'ê Tîrmehê de ji Lozanê heta Cenevreyê bimeşin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Kurd piştî 100 salî bi ruhê yekîtiyê yê li 4 parçeyan pêk anîne, gihîştine wê astê ku erncamê bi dest bixe. Ji her demê bêhtir şens heye ku ev yekîtî bê xurtkirin û nasnameya Kurd bibe xwedî statuyekê.

Welat û hêzên navneteweyî yên li ber vê yekîtiyê radibin û ji bêstatumayina Kurdan sûdê werdigirin, bi her cûre dek û dolaban ji bo qirkirian gelê Kurd, li pêşberî dewleta Tirk a dagirker bêdeng dimînin û piştgiriya wê dikin.

Dewleta Tirk a ku vê yekê ji bo xwe weke firsendê dibîne, ji bo li hemû parçeyên Kurdistanê paqijiya etnîkî bike derfetên xwe hemûyan bi kar tîne. Rêya bingehîn a pûçkirina vê yekê bi mezinkirina yekîtiya me ya neteweyî dibe. Têkoşîna hevpar a gelên Kurdistanê wê bibe qezenca vê sedsalê. Bi yekîtiyê Kurd û Kurdistanê wê bi ser bikevin. Ji bo pûçkirina qirkirina 100 salî, niha dema yekîtiyê ye."

Bi vê berpirsyariyê bang li gelê Kurd, dostan û her kesên xwe weke mirov dibîne hate kirin ku tevlî meşê bibin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku civîna çapemeniyê wê 10'ê Tîrmehê saet di 10:30'î de bê kirin û meş jî li Place du Port, 1006 Lausanne, Ouchy dest pê bike.