Li Stockholmê meşa li dijî tecrîdê û êrişên dagirkeriyê

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li Stockholmê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin.

Kurdistanî li paytexta Swêd Stockholmê li parka Humlegardenê li hev civiyan û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê ber bi qada Normalmstorgetê ve meşiyan.

Di meşê de pankartên li ser kiryarên dewleta Tirk û wêneyên Denîz Poyraz a HDP'î ya li Îzmîrê hate qetilkirin, hatin hildan.

Çalakgeran dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Serok Apo", "Faşîst Erdogan" qîriyan û li ser dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk belavok belav kirin.

Li dû meşê, li qada Normalmstorgetê mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Hemîd Bîten li qadê axivî û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk silav kir.

Hemîd Bîten bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li zindanan ên li dijî tecrîdê zêdeyî 200 roj in dewam dikin, bi bîr xist.

Parlamenterên Partiya Çep Danîel Rîazat û Yekbûn Alp jî li qada mîtîngê axivîn. Rîazat diyar kir ku dewleta Tirk bi çekên ji Swêd kiriye li dijî Kurdan bi kar tîne, ji bo komkujî û dagirkirina xaka Kurdan bi kar tîne û got, "Divê Swêd vê yekê bibîne."

Her wiha anî ziman ku weke Partiya Çep hewldanên wan ên ji bo derxistina PKK'ê ji nava 'lîsteya rêxistinên terorê' dewam dike û destnîşan kir ku wê piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê jî zêdetir bike.

Yekbûn Alp jî bal kişand ser kuştina jinan a ji ber polîtîkayên dewletê û got, "Erdogan û rejîma wî ya faşîst beriya her tiştî êrişî jinan dike. Ji ber ku di têgeh û feraseta wan ed nirx û wateya jiyana jinan tune ye."

Yekbûn Alp êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî şermezar kir.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.