Kurdan û Norwêciyan dewleta Tirk şermezar kirin
Li Osloyê, Kurdan û Norwêciyan dewleta Tirk a dagirker û qirker şermezar kirin.
Li Osloyê, Kurdan û Norwêciyan dewleta Tirk a dagirker û qirker şermezar kirin.
Li paytexta Norwêc Osloyê, Kurdan tevî dostên xwe yên Norwêcî û şoreşgeran, di çalakiyên Defend Kurdistan de li hev civiyan. Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî, Norwêcî û Îngîlîzî daxuyanî hatin dayin û işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a gelan a li dijî faşîzmê hate kirin.
Berdevka Defend Kurdistan Lîda Weerts li çalakiyê axivî û rola sîstema kapîtalîst di binpêkirina mafên mirovan û sûcên li dijî mirovahiyê de bi bîr xist.
Weerts got, "Di demekê de ku têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzmê û çeteyan dewam dike, endamê NATO'yê dewleta Tirk bombeyan li Kurdan dibarîne, bombeyan li xaka Kurdistanê û Iraqê dibarîne."