Bi banga Însiyatîfa Defend Kurdistan û bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kud a Qibrisê, Kurdistanî tevî dostên xwe li meydana azadiyê ya Lefkoşayê li hev kom bûn û ber bi sînor ve meşiyan.
Di meşê de alên YPG, YPJ, PKK, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Çalakgeran dirûşmên "Bimire faşîzm", "Bimire dewleta Tirk a dagirker", "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" qîriyan.
Di dema çalakiyê de belavokek hate xwendin û astengkirina Komên Aştiyê ji aliyê Elmanya û PDK'ê ve bi tundî hate rexnekirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her Kurdistaniyên bi rûmet, ji kîjan parçe û partiyê dibe bila bibe, ya ku divê li dijî mêtingeriyê bike, parastina nirx û rûmeta gelê Kurd e.
Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re da û diyar kir ku ev xeta PDK'ê Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dike.
Lezgîn Serhat destnîşan kir ku zîhniyeta ku gelê Kurd pêşkêşî dagirkeran dike wê ji xaka Kurdistanê bê avêtin.
Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bimire xiyanet" bi dawî bû.