Fermandar Baran Mawa li Lavrîo, Marsîlya û Zurîchê hate bîranîn

Şehîd Baran Mawa, Ûlaş Dersim, Andok Ozgur û Agît Bîsmîl li Lavrîo, Marsîlya û Zurîchê hatin bîranîn.

Fermandarê Ciwanan ê HPG'ê Baran Mawa (Alî Oncu), Fermandarê HPG'ê Ûlaş Dersim (Ûlaş Dogan), Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Andok Ozgur (Eser Tekîn) û Fermandarê Eyaleta Amedê Agît Bîsmîl (Aydin Şîmşek) ên meha Hezîranê şehîdên bûn, li bajarê Lavrîo yê Yewnanistnaê hatin bîranîn.

Li qada bîranînê wêneyên şehîdan û find hatin danîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn.

Tevî malbatan, çalakgerên greva birçîbûnê, endamên KNK'ê û komên enteransyonalîst ên ji herêmên cuda yên Ewropayê tevî çalakiyê bûn.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Serhat Karayazi got, "Şehîd wê timî rêya me ronî bike. Em ê li ser şopa wan bimeşin. Em ê li pey bîranîna wan bin."

Birayê Baran Mawa jî li çalakiya bîranînê axivî û got, "Şehîd Baran aşiqê çiyayên Kurdistanê bû. Jiyana malbata me li sirgûnê derbas bû. Şehîd Baran li ber terora dewletê rabû û çû çiyayên azad. Bi kekê xwe serbilind im. Şehîd namirin."

Piştî nîşandana sînevîzyonê çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanên endamên TCŞ, TÊKO-JIN û Enternasyonalîst ji bo bîranîna Fermandarê Ciwanan Baran Mawa meşiyan.

Ciwan saet di 21:00 de li hev kom bûn û wêneyên Şehîd Baran Mawa hildan û pankarta "Werin Cenga Azadiyê" rakirin.

Ciwanan dûyê rengîn bi kar anîn û li qada Belle de Maî mîtîngek li dar xistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, nivîsa li ser Şehîd Baran Mawa hate xwendin û ji bo pêngava "Werin Cenga Azadiyê" bang hate kirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

ZURÎCH

Li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê, aktîvîstên TCŞ li hev civiyan û di salvegera 3'emîn a şehadeta Şehîd Baran Mawa de ew bi bîr anîn.

Di bîranînê de nivîsandin û helbesta li ser Şehîd Baran Mawa hatin xwendin. Piştî nîşandana sînevîzyonê jî bi navê TCŞ Zurîch axaftin hate kirin.

Bîranîn bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin", bi dawî bû.