Zîlan li St Gallenê hate bîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiyeke fedaî kiribû, li bajarê St Gallenê yê Swîsreyê hate bîranîn.
Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiyeke fedaî kiribû, li bajarê St Gallenê yê Swîsreyê hate bîranîn.
Li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a St. Gallenê bi beşdariya Kurdan çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di şexsê Zîlanê de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin.
Di bîranînê de nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) jî qala girêdayîbûna bi şehîdan re kir û nameya Zîlan a beriya çalakiya fedaî hate xwendin.
Bîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.