Li Barselonayê berxwedana gerîlayan hate silavkirin

Li Barselonayê ya ku paytexta Katalonyayê ye di çarçoveya ‘Defend Kurdistan’ê de çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de berxwedana gerîlayan hate silavkirin.

Li Barselonayê ya ku paytexta Katalonyayê ye di çarçoveya ‘Defend Kurdistan’ê de Komîteya Berxwedana Enternasyonalîst çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de berxwedana gerîlayan hate silavkirin.

Di çalakiyê de pankarteke mezin a ‘Bijî berxwedana Kurdistanê û ya gerîlayan’ hate vekirin û helbesta Şêrko Bêkes a bi navê ‘Tov’ hate xwendin.

Piştî ku daxuyanî jî hate xwendin, bi sloganên ‘Kurdistan wê ji faşîstan re bibe goristan’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ govend hate gerandin.