EWROPA
Hemû Nûçe
-
Êrişên dagirker ên dewleta Tirk hatin protestokirin
Bi banga Defend Kurdistanê li gelek bajarên Ewropayê gel daketin qadan, êrişên dagirker ên dewleta Tirk û polîtikayên PDK’ê yên hevkariya dewleta Tirk dike, protesto kirin. -
Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze li çar welatan çalakî kir
Bi banga Defend Kurdistanê (Kurdistanê Biparêze) li Îngîltere, Swîsre, Îtalya û Fînlandiyayê çalakî hatin kirin. Bi hezaran kes tevlî çalakiyan bûn û soza têkoşîna ji bo piştgiriya gelê Kurd dan. -
Li bajarê Den Haagê Zîlan hat bîranîn
Kurdistaniyên li bajarê Den Haag a Hollandayê dijîn di salvegera şehadeta wê de Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anîn. -
Li Fransa û Elmanyayê êrişên dagirker hatin protestokirin
Li bajarên Hannover û Stûttgartê û li bajarê Rennesê yê Fransayê êrişên dagirker ên li ser Kurdistanê hatin protestokirin. -
‘Ji bo Kurdan yekîtî şert e’
Kurdistaniyên tevlî nobeda azadiyê ya bi daxwaza azadiya fîzkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê bûn, bal kişandin ser girîngiya yekîtiya netewî û destnîşan kir ku ji bo Kurd hebûna xwe biparêzin neçarin bibin yek. -
Yên li Sêwasê hatin qetilkirin li Londonê bibîr anîn
Şehîdên Sêwasê li Londonê hatin bibîranîn û peyama ‘Yên li Sêwasê hatin qetilkirin û yên Denîz Poyraz qetil kirin, heman hişmendiye’ dan. -
Rêveberiya Xweser bi rayedarên Swîsreyî re civiyan
Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rayedarên Swîsreyî re civiyan. -
Li Parlamenta Ewropayê rûniştina li ser HDP'ê
Parlamenta Ewropayê wê roja Sêşemê têkildarî zextên li ser HDP'ê û muxalefeta li Tirkiyeyê rûniştineke taybet pêk bîne. -
Ernst-Dzîedzîc’ê bi peyamekê piştgirî da HDP'ê
Endama Partiya Keskan a Parlamenta Awûstûryayê Ewa Ernst-Dzîedzîc, zextên AKP-MHP’ê yên li ser HDP’ê şermezar kir û bi peyamekê piştgirî da HDP'ê. -
KON-MED'ê ji bo çalakiyên 3'ê Tîrmehê yên li Elmanyayê banga tevlîbûnê kir
KON-MED'ê ji bo çalakiyên 3'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir ku wê bi banga Însiyatîfa Defend Kurdistan li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêne lidarxistin. -
Ciwan li Marîgnaneyê ji bo pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ meşiyan
Li bajarê Marîgnane ya Fransayê aktivîstên TCŞ’ê di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ meşiyan. -
Jinan li Dûîsbûrgê ji bo Peymana Stenbolê çalakî kirin
Meclîsa Jinan a Asya Yuksel, Yenî Kadin û SKB yên di bin sêwana Piştevaniya Jinan a Ewropa li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê protesto kirin. -
Polîsan li Hannoverê avêtin ser malên 5 aktivîstên Kurd
Li bajrê Hannover a Elmanyayê polîsan avêtin ser malên 5 aktivîstên Kurd. Di serdegirtinê de polîsên Elman helwestên wan ne ji yên polîsên Tirk cudatir bûn. Di serdegirtinê de dest danîn ser telefon, kompîter û belgeyan. -
‘Divê li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser Êzidiyan bikevin tevgerê’
Koordînasyona Civaka Êzidî yên Ewropa diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê dixwaze qira Êzidiyan bîne, bang li raya giştî ya navneteweyî û demokratîk kir. -
Li Rûsyayê Şehîd Zîlan hate bibîranîn
Zîlan (Zeyneb Kinaci) di salvegera 25’an a şehîdbûna xwe de li ji aliyê Kurdistaniyên li navçeya Yerşov a herêma Saratov û Tambovê bi çalakiyan hate bibîranîn. -
Polîsan girtin ser Wezareta Edaletê ya Fransayê
Di çarçoveya lêpirsîneke li ser Wezîrê Edaletê yê Fransayê Erîc Dûpond Morettî de, polîsan girtin ser avahiya Wezaretê. -
Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Belçîkayê Qirkirina Êzidiyan nas kir -NÛ BÛ
Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Belçîkayê, pêşnûme biryara li ser naskirina Qirkirina Êzidiyan bi yekdengî qebûl kir -
KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 3'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 3'ê Tîrmehê yên Însiyatîfa Defend Kurdistan banga tevlîbûnê kir. -
Saziyên sivîl ên li Belçîkayê: Bila ambargoya ‘A400M’ li ser Tirkiyeyê were kirin
Li Belçîkayê çar rêxistinên mafên mirovan name ji hikumetên Flaman, Valon û Brukselê re şandin û xwestin balefirên nakliyeya leşkerî ya A400M di serî de bila îxracata leşkerî ya bi Tirkiyeyê re were sekinandin. -
Endamên Defend Kurdistan: PDK û MÎT'ê xwestin asteng bikin
Endamên delegasyona Defend Kurdistan gotin ku ew li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK û MÎT’ê ve hatine astengkirin û diyar kirin ku wan dîtine ku PDK bi gel re nebûye yek. -
Halîm Dener li cihê lê hate kuştin, hate bîranîn
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, Halîm Dener ê ku 30'ê Hezîrana 1994'an di dema daliqandina afîşa ERNK'ê de ji aliyê polîsê Elman ve hate qetilkirin, li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn. -
Zîlan, Sema û 5 gerîlayên YRK'ê li Stockholmê hatin bîranîn
Ji gerîlayên pêşeng ên PKK'ê Zîlan, Sema û 5 gerîlayên YRK'ê, li Stockholmê bi civînekê hatin bîranîn. -
Ciwan pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ silav kirin
Ciwanên li paytexta Yewnanistan Atîna û bajarê Sûttgart ê Elmanyê daketin qadan pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ ya ku Komelên Ciwan dabû destpêkirin, silav kirin. -
Zîlan li Parîs, Kîel, Basel û Lavrîoyê hate bîranîn-NÛ BÛ
Di salvegera 25’an a şehîdbûna xwe de Zîlan li paytexta Fransa Parîs, bajarê Kîel ê Elmanya, bajarê Swîsre Basel, bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê bi çalakiyan hate bibîranîn. -
Zumrut ji bo çalakiyên di 3’ê Tîrmehê de bang kir - NÛ BÛ
Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut a ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê tevlî çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye, ji bo çalakiyên di 3’ê Tîrmehê de wê li Ewropayê were lidarxistin, bang kir.