Çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg a Fransa hatibû destpêkirin didome.
Kurdistaniyên ji bajarên cuda yên Ewropayê tevlî çalakiyê bûne, bal kişandin ser xeteriya şerekî di nava Kurdan de bi qewime. Kurdistaniyan anî ziman ku divê bi hev re li dijî şerê di nava Kurdan de bê derxistin derbikevin, diyar kirin ku gerîla û pêşmerge jî zarokên gelê Kurd in.
Sabahat Ergîn: Divê Kurdistnaiyên çar parçeyên Kurdistanê bibin yek. Divê gelê Başûr bi lîstikên dijmin nexapin. Divê bi hev re li dijî şerê di nava Kurdan de dixwazin derbixin, derbikevin. Îro gerîla û pêşmergeyên li çeperan şer dikin, zarokên vî gelî ne. Yên bibin sedema şerê nava Kurdan, em heqê xwe li wan helal nakin. Divê Barzanî dev ji helwestên sûdê dide dijmin berdin. Divê xwedî li gelê Kurdistanê û civakê derkevin, şerê nava Kurdan red bikin. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me zêdetir têkoşîn bikim.
Latîf karatax: Ji bo me Kurdan ji derveyî yekîtî û berxwedanê ti mafekî din ê me nîne. Ji bo mîna hemû mirovên cîhanê, mafê me Kurdistaniyan jî heye em li ser axa xwe bijîn. Em bi salan in li ser xaka Mezopotamyayê ne. gelê me yên li Kurdistan û gelek bajarên Ewropayê dijîn ji bo yekîtiya Kurdistanê divê xwedî li saziyên xwe derkevin. Ji derveyî yekîtiyê serketin nîne.
Mele Mahyettîn: Gelê Kurd, partiyên siysî û saziyên me bi hev re tevger bikin wê bihêz bibin. Dema netew bibin yek bi hêz dibin. Netewek enceq bi yekîtiyê dikare serî rake û zalim û dagirkeran tine bike. Banga min ji bo gelê Kurdistanê ev e ku yekîtiya xwe çêbikin û ji hev qût nebin.
Îmam Akgun: Welatê me bûye cihê şer û hemû civak jî li nava vî agirî xwe ji nû ve ava dike. Ji bo Kurd hebûna xwe biparêzin divê bibin yek. Ji bo yekîtiyê tam dem e. Ji bo zarokên xwe em vê mîrasî bihêlin.