Zîlan li Parîs, Kîel, Basel û Lavrîoyê hate bîranîn-NÛ BÛ
Di salvegera 25’an a şehîdbûna xwe de Zîlan li paytexta Fransa Parîs, bajarê Kîel ê Elmanya, bajarê Swîsre Basel, bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê bi çalakiyan hate bibîranîn.
Di salvegera 25’an a şehîdbûna xwe de Zîlan li paytexta Fransa Parîs, bajarê Kîel ê Elmanya, bajarê Swîsre Basel, bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê bi çalakiyan hate bibîranîn.
Di salvegera şehîdbûna xwe de Zîlan (Zeyneb Kinaci) bi çalakiyan tê bibîranîn.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê Zîlan û şehîdên Meha Hezîranê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê bi merasîma li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê hatin bibîranîn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê di merasîmê de li ser navê TJK-E’yê Nûpelda Mûnzûr axivî. Mûnzûr di kesayeta Zîlan de Ulaş Dersim, Sema Yuce û hemû şehîdên meha Hezîranê bibîr anî û got: “Zîlan ji bo li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê ji bo jinên ji bo xwe biparzênin xwe di latan de avêtin û yên qetlîama Dersimê kirî tol hilda.Çalakiya fedayî ya hevrê Zîlan xeta têkoşîn û jiyanê ya me ye.”
Malbatên Şehîdan Dayika Têllî û Xanê Akdogan jî axivî.
Piştre jî sînevîzyona ku têkoşîn û jiyana Zîlan vedibêje hate nîşandan.
KÎEL
Li bajarê Kîel ê Elmanayyaê jî jinên Kurd bi çalakiyekê Zîlan bibîr anî. Jinan di merasîmê de diyar kirin ku Zîlan di serî de ji bo jinên Kurd û gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Çalakî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
BASEL
Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW û Meclîsa Jinan a Ronahî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi çalakiyekê Zîlan (Zeyneb Kinaci) bibîr anî. Li ser navê Meclîsa Jinan a Ronahî axaftin hate kirin û piştre nameya Zîlan hate xwendin.
Di dawiya bîranînê de sînevîzyona ku qala têkoşîn û jiyana Zîlan dike hate nîşandan.
Çalakî bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.
LAVRÎO
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jiunên Kurdistan ên Ewropa (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê li kampa Lavrîoyê pankata bi nivîsa ‘Zîlan Manîfestoya Azadiyê ye’ posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyeke mezin a Şehîd Zîlan û alên PKK, YPG û YPJ’ê hildan.
Di çalakiyê de endamê Meclîsa Gel a Yewnanistanê axaftin hate kirin û hate gotin ku xeta Şehîd Zîlan çêkirî jinên Kurd li ser wê xetê dimeşin.
Dewama bîranînê dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin. Di bîranînê de koma govandê Kulîlên Kampa Lavrîoyê ya zarokan derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.