Li Parlamenta Ewropayê rûniştina li ser HDP'ê

Parlamenta Ewropayê wê roja Sêşemê têkildarî zextên li ser HDP'ê û muxalefeta li Tirkiyeyê rûniştineke taybet pêk bîne.

Parlamenta Ewropayê wê roja Sêşemê saet di 15:00 de bi sernavê "Li Tirkiyeyê zextên li ser muxalefetê bi taybetî jî li ser HDP'ê" rûniştinek bê lidarxistin.

Komên siyasî ji bo rûniştina li parlamentê dest bi amadekirina pêşnûme biryaran kirin. Kom wê heta êvara Duşemê pêşnûmeyên xwe yên amade kiriye pêşkêş bikin.

6'ê Tîrmehê roja Sêşemê wê heta saet 20:00 li ser pêşnûmeyan civînên lihevkirinê bên lidarxistin.

Roja Pêncşemê saet di 16:30'î de encamên ji civînan derketine bê eşkerekirin û tê payin ku biryara lihevkirinê bi rengekî fermî bê qebûlkirin.