KON-MED'ê ji bo çalakiyên 3'ê Tîrmehê yên li Elmanyayê banga tevlîbûnê kir
KON-MED'ê ji bo çalakiyên 3'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir ku wê bi banga Însiyatîfa Defend Kurdistan li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêne lidarxistin.
KON-MED'ê ji bo çalakiyên 3'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir ku wê bi banga Însiyatîfa Defend Kurdistan li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêne lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji Nîsana 2021'ê ve dewleta Tirk a faşîst êrişî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê dike" û hate bibîrxistin ku Tirkiye li dijî kampa penaberan a Mexmûrê bi balafirên şer ên bêmirov şer daye destpêkirin.
KON-MED'ê işaret bi êrişên li ser Şengalê jî kir û got, "Bi navê rêxistiniya sîwanî ya Saziyên Kurd ên li Elmanyayê KON-MED em bang li dewletên endamê NATO'yê hemûyan dikin ku ji bo dawî li êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê bê anîn, ji bo yekîneyên Tirk ên bi mejiyê DAÎŞ'ê tavilê ji Başûrê Kurdistanê vekişin, li dijî terora dewleta Tirk a faşîst helwestê nîşan bidin.
Bi navê KON-MED'ê em bang li gelê xwe yê Kurdistanî, dostên xwe hemûyan dikin ku li dijî dagirkeriya dewleta mêtinger a Tirk, bi ruhê seferberiyê tevlî meşên 3'ê Tîrmehê bibin ku wê bi pêşengiya Însiyatîfa Defend Kurdistan (Kurdistanê Biparêze) bên lidarxistin."
DUSSELDORF
Cih: DGB Haus
Saet: 15:00
STUTTGART
Cih: Lautenschlagerstr.
Saet: 14:00
FRANKFURT
Cih: HBF
Saet: 15:30
BERLIN
Cih: Hermman Platz
Saet: 18:00
HAMBURG
Cih: Bahnhof Altona
Saet: 15:00
HANNOVER
Cih: Halim Dener Platz
Saet: 12:00