Zîlan, Sema û 5 gerîlayên YRK'ê li Stockholmê hatin bîranîn

Ji gerîlayên pêşeng ên PKK'ê Zîlan, Sema û 5 gerîlayên YRK'ê, li Stockholmê bi civînekê hatin bîranîn.

Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo bîranîna ji gerîlayên pêşeng ên PKK'ê Zîlan (Zeynep Kinaci), Sema Yuce û 5 gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) civînek hate lidarxistin.

Civîna bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Berdevka Rêxistina Jinan Amara ya Stockholmê Ayşe Goktepe axaftina destpêkê kir û piştre sînevîzyonek li ser jiyana Zîlan hate nîşandan.

Di dewama civînê de siyasetmedar Berjîn Têkoşer axivî û destnîşan kir ku Zîlan bi çalakiya xwe ya canbexşane li dijî komplo, xiyanet û her cûre teslîmkariyê xeteke nû nîşanî gelê Kurd da.

Berjîn Têkoşer destnîşan kir ku keç û xortên Kurd îro li Heftanînê, Zap û Metînayê li ser vê xetê têdikoşin û diyar kir ku li ku dibe bila bibe divê ew bi rengekî xurt xwedî li vê berxwedanê derkevin.

Endama Komîsyona Jinan a KNK'ê Emîne Rad jî bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û got, "Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi xeta Zîlan û Semayan heye."

Di civîna bîranînê de sînevîzyonek li ser têkoşîna 5 gerîlayên HRK'ê Mahiye Açik bi nasnav Ada Îmrali, Roha Racî bi nasnav Ekîn Rojava, Mehdî Nûrmihemedî bi nasnav Şêrko Rojhilat, Cafer Selahiyan bi nasnav Sîrwan Alanî û Şaho Sûltaniyan bi nasnav Hêja Sine hate nîşandan.

Çalakvanê Kurd Xefûr Mihemedî ji bo bîranîna 5 gerîlayên YRK'ê axivî û got, "Em bi saya xebat, têkoşîn û xwîna wan şehîdan bi keramet, bi nasnameyeke azad dijîn."

Xefûr Mihemedî diyar kir ku divê ew xwedî li doz û soza şehîdan, xwedî li xwîna wan derkevin û ala têkoşînê bilind bikin.

Di civînê de hunermendên jin ên Amarayê jî li ser şehîdan stran gotin. Di dawiya civînê de ji bo meşa 4'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê hate kirin.