Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Belçîkayê Qirkirina Êzidiyan nas kir -NÛ BÛ
Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Belçîkayê, pêşnûme biryara li ser naskirina Qirkirina Êzidiyan bi yekdengî qebûl kir
Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Belçîkayê, pêşnûme biryara li ser naskirina Qirkirina Êzidiyan bi yekdengî qebûl kir
Di biryarê de ku ji aliyê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Belçîkayê ve hate qebûlkirin, qirkirina ku çeteyên DAÎŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê piştî sala 2014'an li Êzidiyan kir "hate şermezarkirin û naskirin."
JI BO BÊCEZA NEYÊ HIŞTIN DIVÊ RÊYÊN HIQÛQÎ BÊNE BIKARANÎN
Parlamenteran her wiha ji hikumetê xwestin, "Ji bo sûcê qirkirinê yê ku Dewleta Îslamê li Iraq û Sûriyeyê kir bêceza nemîne, divê her rê û rêbazên hiqûqî yên navneteweyî û hundirîn bêne bikaranîn."
Parlamenteran ji rêveberiyê xwestin, "Kiryarên Belçîkî yên têkildarî sûcên li dijî civaka Êzidî hatiye kirin tespît bike, lêpirsîna wan bike û hewldanên sîstema edaletê ya Belçîkayê teşwîq bike."
JI BO VEGERA LI XAKA XWE Û JINÛVE AVABÛNÊ ALÎKARÎ BÊ DAYIN
Di biryarê de bang li Belçîkayê hate kirin ku ji bo vegera Êzidiyan a li xaka xwe û jinûve avakirinê, bibe alîkar.
Pêşnûme biryar ji aliyê Demokratên Xiristiyan (cdH) ve hate pêşkêşkirin. Ji partiya N-VA jî Koen Metsû mohra xwe danî binê pêşnûme biryarê û heft partiyên hikumeta koalîsyonê piştgirî dan.
DALLEMAGNE: EV YEK WEKE MIROVAHIYÊ ME HEMÛYAN ELEQEDAR DIKE
Ji partiya cdH Georges Dallemagne yek ji parlamenterên destpêkê ye ku mohra xwe daniye binê pêşnûmeyê. Georges Dallemagne li komîsyona parlamentê axivî û ji bo piştgiriya bi yekdengî ji pêşnûmeyê re hate dayin diyar kir ku ew 'gelekî pê serbilind e' û wiha dewam kir, "Delîl li holê bûn. Gelek bûn û girîng bûn. Ji havîna 2014'an û pê ve Dewleta Îslamê (DAÎŞ) ev qirkirin plan kir. Gorên komî hatin kifşkirin, zext hate kirin ku bi zorê olê biguherîne (...) Ev sûc me mirovahiyê hemûyan eleqedar dike."
Goerges Dallemagne û Koen Metsu dawiya sala derbasbûyî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn.
Tê payin ku biryar rojên bê bikeve rojeva civata giştî ya parlamentê.
LÎSTEYA SÛCÊN KU HATINE KIRIN
Di pêşnûme biryarê de lîsteya binpêkirinên li dijî Êzidiyan hate pêşkêşkirin. Li gorî vê yekê, "Pogrom, kuştina mêran bi rêk û pêk, kolekirina zayendî ya jinên nezewicî ji bo şef û leşkeran, piştre radestkirina dîlgirtiyan bi berdêla fîdyeyên giran, binaxkirina jin, mêr û zarokan bi saxî, dayina madeyên narkotîkê ji bo zarokan, Îslamîkirina bi zorê û şervankirina zarokan" çend ji sûcên di vê lîsteyê de bûn.