Saziyên sivîl ên li Belçîkayê: Bila ambargoya ‘A400M’ li ser Tirkiyeyê were kirin

Li Belçîkayê çar rêxistinên mafên mirovan name ji hikumetên Flaman, Valon û Brukselê re şandin û xwestin balefirên nakliyeya leşkerî ya A400M di serî de bila îxracata leşkerî ya bi Tirkiyeyê re were sekinandin.

Lîga Mafên Mirovan (LDH), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AI), Koordînasyona Çalakiyên Neteweyî ya ji bo Aştî û Demokrasiyê (CNAPD) û Vredesactîeyê bi nameyeke hevpar gotin “Hêzên hewayî yên Tirk, teknolojiya Belçîkayê bi kar tîne û ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî ya li ser Lîbyayê bin pê dike.”

BI A400MÊ RE LEŞKER Û ÇEKAN DIBIN JI ŞERAN RE

Şîrketên çekan ên Belçîkayê ji sala 2013’an û vir ve alavên pêwist ên ji bo balefirên A400M’ê dide Tirkiyeyê.

Li gorî saziyên sivîl ên civakî ev balefirên nakliyeya leşkerî çekan dibin ji şerên li Lîbya, Sûriye û Qerebaxa Jor û di warê veguheztina yekîneyên leşkerî jî roleke mezin dilîze.

Di nameyê de qala rapora pisporên NY hate kirin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk ambargoya çekan a NY bin pê dikeû 34 caran bi A400M çûye Lîbyayê.

Her çar rêxistinan xwestin bila vê îxracata di bernameya A400M’ê de were sekinandin û gotin “Hikumetên me qanûnên bazirganiya çekan bin pê dike. Heke her sê herêm li gorî qaîdeyên xwe tevnegerin em ê serî li rêyên qanûnî bidin.”

Şîrketên Asco Industries, Sabca, Sonaca û Safran Aero Boosters parçeyên balefirên A400m difiroşin Tirkiyeyê.

Di nameyê de hate gotin “Parçeyên ku şîrketên çekan ên Belçîkayê hildiberînin didin balefirên leşkerî yên Tirkan û ev jî şeran zêdetir dike. Bikaranîna teknolojiya çekan a Belçîkayê him derveyî exlaq e û him jî derveyî qanûnan e.”

Rêxistinên saziyên civakî ji hikumetên Flaman, Valon û Brukselê dixwazin ku bila heta 30 rojan tevdîrê bistînin.