Halîm Dener li cihê lê hate kuştin, hate bîranîn
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, Halîm Dener ê ku 30'ê Hezîrana 1994'an di dema daliqandina afîşa ERNK'ê de ji aliyê polîsê Elman ve hate qetilkirin, li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, Halîm Dener ê ku 30'ê Hezîrana 1994'an di dema daliqandina afîşa ERNK'ê de ji aliyê polîsê Elman ve hate qetilkirin, li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn.
Polîsên Elman sala 1994'an li Hannoverê ciwanê Kurd Halîm Dener ê 16 salî di dema daliqandina afîşa ERNK'ê de qetil kiribûn. Halîm Dener doh li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn.
Çalakiya bîranînê ji aliyê JXK û YXK Hannover, NAV-DEM Hannover û pêkhateyên Kampanya Halîm Dener ve hate lidarxistin. Nûnerên IL (Interventionistische Linke), Rote Hilfe, Antifaschistische Gruppe Hannover, Die Linke, partiya Keskan û Însiyatîfa Black Lives Matter, her wiha nûnerên gelek kom û însiyatîfên cuda li bîranînê axivîn.
Qisekeran xwestin ku qedexeya li ser PKK'ê tavilê bê rakirin.
Çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.