Endamên Defend Kurdistan: PDK û MÎT'ê xwestin asteng bikin
Endamên delegasyona Defend Kurdistan gotin ku ew li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK û MÎT’ê ve hatine astengkirin û diyar kirin ku wan dîtine ku PDK bi gel re nebûye yek.
Endamên delegasyona Defend Kurdistan gotin ku ew li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK û MÎT’ê ve hatine astengkirin û diyar kirin ku wan dîtine ku PDK bi gel re nebûye yek.
Li paytexta Elmanya Berlînê endamên delegasyona Defend Kurdistan di panelekê de behsa rewşa ku li Başûrê Kurdistanê pêre rû bi rû manî kirin.
Di panela ku ji aliyê Freî Kurdîsche Gemeînde Berlîn (Nav Berlîn) û Cenî e. V (Buroya Aştiyê ya Jina Kurd) hatibû amadekirin de nêzî 80 kes tevlîbûn. Endamên delegasyona Aştiyê Jana Forsler û Thomas Sonkara behsa rewşa dema ku ji bo ‘banfa aştiyê’ çûbûn Başûrê Kurdistanê pêre rû bi rû mabûn û helwesta PDK’ê kirin.
Huquqnasê Ermenî Gevoûkîen îşare bi polîtîkayên dema dewleta Osmanî de pêk dihatin kir û got ku niha jî bloka faşîst ya AKP-MHP armanc dike ku xwe bigihîne sînorên dema Osmaniyan. Her wiha dazanîn ku rejîma Erdogan dixwaze heya 2023’an xwe bigihîne sînorên Osmaniyan yên ku 24’ê Tîrmeha 1923’an bi peymana Lozanê re hatin diyarkirin û dema xwe ya 100 salî tije kiriye, li gel wê jî êrîşî Kurdan ku wek hêzekê li hemberî xwe dibîne dike.
Gevoûkîen bal kişand ku mîna komkujiya Ermeniyan ya dewleta Osmanî sala 1915’an pêkanî, îro jî dewleta Tirk dixwaze heman komkujî û qirkirinê li ser Kurdan birêve bibe.
‘PDK BÊHUQUQIYÊ DIKE’
Endamên delegasyonê Jana û Thomas jî ragihandin ku ew wek ferdên ku li Elmanya parêzvanê ekolojiyê ne ji bo nasîna Kurdistanê, dîroka wê, jiyana wê ya ekolojîk û gelê Kurd çûne Başûrê Kurdistanê û behsa rewşa ku li wê derê pêre rû bi rû manî kirin.
Endamên delegasyonê qala pirsgirêkên ku li Başûrê Kurdistanê pêre rû bi rû manî kir û diyarkirin ku hukumeta PDK’ê bêhuquqî pêkanî û bi gel re nebûne yek. Endaman her wiha anîn ziman ku wan li hemberî van nêzîkatiyên rêveberiya PDK’ê li wir xwe rêxistin kirine û bi çêkirina delegasyoneke aştiyê hin hevdîtinên dîplomatîk pêkanîne, bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kirine.
Endamên delegasyonê gotin ku wan dema ev hevdîtin pêk dianîn ji aliyê endamên MÎT’a Tirk hatine şopandin û xwestine ku van hevdîtinan asteng bikin.
Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.