Li Rûsyayê Şehîd Zîlan hate bibîranîn
Zîlan (Zeyneb Kinaci) di salvegera 25’an a şehîdbûna xwe de li ji aliyê Kurdistaniyên li navçeya Yerşov a herêma Saratov û Tambovê bi çalakiyan hate bibîranîn.
Zîlan (Zeyneb Kinaci) di salvegera 25’an a şehîdbûna xwe de li ji aliyê Kurdistaniyên li navçeya Yerşov a herêma Saratov û Tambovê bi çalakiyan hate bibîranîn.
Jınên li gundê Yûjnî ya Yerşov a Saratov dijîn hatin ba hev û bi çalakiyekê Zîlan bibîr anî. Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinên Kurd a Yerşov Çîle Osmanova axivî û diyar kir ku wê girêdayî bîranînên şehîd Zîlan bin.
Osmanov destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, wê dev ji têkoşînê bernedin.
Osmanov diyar kir ku wê şopdarê xeta fedayî ya Şehîd Zîlan bin. Osmanov anî ziman ku li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayên HPG’ê bi ruhê fedayî yê hevala Zîlan li ber xwe didin, destnîşan kir ku heta ev ruh hebe, wê gelê Kurd dijminê xwe tarûmar bike.
TAMBOV
Zîlan li bajarê Mîçûrînskî ya Herêma Tambovê jî bi civînekê hate bibîranîn. Endama Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî (TJKN) Fatma Arîn axivî û got: “Di serî de Zîlan, Sema, Gulan û Denîz hemû şehîdên Meha Hezîranê bibîr tînim. Soza girêdanbûna wan didin. Zîlan bû sembola têkoşînê ya li dijî faşîzmê.”