LONDRA
Bi banga Înisiyatîfa Defend Kurdistanê (Defend Kurdistan) Kurd û dostên wan li Qada Trafalgarê ya Londrayê li hev kom bûn. Di çalakiyê de alayên YPG û YPJ’ê hatin hildan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di çalakiyê de di axaftinan de hate diyarkirin ku Erdogan û hikumeta wî li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê dimeşînin û dewleta Tirk li dijî gelê Kurd sûcên şer dikin.
Di daxuyaiyê de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistan di serî de ji bo aştiya li Rojhilata Navîn şansekî mezin e û bêdengiya NATO û ya YE a li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk jî hate şermezarkirin.
Piştî axaftinan bi pêşengiya komên Kurdistan Solîdarîty girse heta avahiya parlementoyê meşiyan.
BASEL
Li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk bi pêşengiya Înisiyatîfa Kurdistanê Biparêze bi beşdariya bi hezaran kesan li bajarê Baselê meşek hate lidarxistin û xwedî li têkoşîna gerîlayan hate derketin.
Di çalakiyê de Hevserokê NCDK’ê Îsmaîl Kardaş diyar kir ku li hemberî êrişên li ser Kurd û Kurdistanê divê yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk were. Kardaş got “Li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk ku bi hevkariya PDK, DYE û dewletên Ewropayê dikin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîla berxwedaneke bêhempa dikin. Divê PDK dev ji vê helwesta xwe berde. Em ê jî xwedlî li pêngavên ‘Dem dema azadiyê ye’ û li ya ‘Li hemberî tecrîd, dagirkerî û qirkirinê, her der Avaşîn e û her der Zap û Metîna ye’ derkevin.
ROMA
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Romayê jî hate protestokirin. Partiya Komunîst a Avakirina Nû, Potere Al Popolo, Sendîkaya Karkeran a Cobas, nûnerên Tora Avê ya Îtalyayê û gelê Kurd tevlî çalakiyê bûn.
Di mîtîngê de qala êrişên dewleta Tirk hate kirin û hate diyarkirin ku pergala Erdogan û Bahçelî Kurdistan kiriye girtîgeheke servekirî.
HELSÎNKÎ
Mîtînga îro li Meydana Kilîseya Mezin ya Spî ya li Helsînkî hat lidarxistin. Di mîtîngê de daxuyaniyên bi zimanê Kurdî û Fînî hatin xwendin. Her wiha li dijî faşîzmê daxwaza yekgirtina gelan hate kirin.
Di mîtîngê de bêdengiya cîhana kapîtalîst ya li hemberî binpêkirinên mafê mirovan û sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne hat şermezarkirin. Di mîtîntgê de soza piştgiriyê ya ji bo berxwedana Tevgera Azadiya gelê Kurd ya li dijî faşîzm û cîhadiyên Îslamî hate dayîn.
Piştî mîtîngê girseyê ber bi nava bajêr dest bi meşê kir û heya Meydana Kampê meşiya.
Di meşê de bi berdewamî dirûşme hatin berzkirin. Her wiha koma muzîkê ya bi navê “Rîtm of Resîstance” bi berhemên xwe yên hunerî rengek cuda dan çalakiyê.