Li bajarê Den Haagê Zîlan hat bîranîn
Kurdistaniyên li bajarê Den Haag a Hollandayê dijîn di salvegera şehadeta wê de Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anîn.
Kurdistaniyên li bajarê Den Haag a Hollandayê dijîn di salvegera şehadeta wê de Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anîn.
Îro li Navenda Civaka Demokratîk ya li bajarê Den Haag a Holandayê Kurdistaniyê li wir dijîn bi boneya salvegera Zeynep Kinaci (Zîlan) merasîmeke bîranînê lidarxistin.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtinê helbesta şervanek ya YJA Starê ku li ser jiyana Zeynep Kinaci (Zîlan) nivîsandiye, hat xwendin.
Di merasîmê de her wiha Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd Zeynep Zelal jî li ser rola jinên Kurd ya di pêşxistin û guhertina dîroka Tevgera Azadî û Kurdistanê de daxuyaniyek xwend.
Piştî xwendina daxuyaniyê hunermend derketin ser dikê û stranên têkildarê wateya rojê pêşkêş kirin. Merasîm bi pêşkêşkirina stranan bi dawî bû.