Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê Nobeta Azadiyê hatibû destpêkirin. Di hefteya 470’an a nobetê de koma ku ji bajarê Oldenbûrgê yê Elmanyayê hat, nobet dewr stendibû.
Zubeyde Zumrut a ku ew jî di vê komê de ye diyar kir ku êrişên îro tên kirin dûmahîka komploya di slaa 1999’an de ya li ser Rêberê Gelê Kurd û got “Heta ku tecrîd neyê şikandin, Rêbertî azad nebe wê ne şerê li Rojhilata Navîn bisekine û ne jî dagirkeriya li ser Kurdistanê wê bi dawî bibe. Tekane rêyeke sekinandina qirkirinê heye, ew jî divê gel xwedî li vê têkoşînê derkeve.”
Zumrut diyar kir wê di 3’ê Tîrmehê de li hemberî faşîzm û dagirkeriyê li gelek bajarên Ewropayê çalakî werin kirin û got “Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku tevlî çalakiyan bibin. Roj roja yekîtiyê ye. Bi ruhê Kobanê Kurdistanê biparêzin û faşîzmê ji axa Kurdistanê derxînin.”