Li Fransa û Elmanyayê êrişên dagirker hatin protestokirin

Li bajarên Hannover û Stûttgartê û li bajarê Rennesê yê Fransayê êrişên dagirker ên li ser Kurdistanê hatin protestokirin.

HANNOVER

Polîtîkaya zextan a ku dewleta Elmanyayê bi hevkariya rejîma AKP û MHP’ê li dijî Kurdan dike, li Hannoverê hate protestokirin.

Bi sedan Kurd û Elmanên şoreşger û demokrat tevlî meşê bûn. Di meşê de gel di nav bajêr de meşiya. Piştî meşê Hevserokê NAV-DEM’ê yê Hannoverê Xoşnav Ata axivî û got “Em bang li dewleta Elmanyayê dikin. Em zextên li ser hevalên xwe bi tundî şermezar dikin. Ev taktîk nikare têkoşîna gelê Kurd bide sekinandin.”

Çalakî bi sloganên li pêşiya Konsolosxaneya Tirkan bi dawî bû.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgartê jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê hate protestokirin. Kurdan pankarta ‘Werin cenga azadiyê’ vekirin û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. Polîsan gelek caran çalakî dan sekinandin û diyar kirin slogana ‘Bijî Serok Apo’ qedexe ye lê çalakgeran çalakiya xwe domandin. Çalakger heta îstasyona trênê ya Stûttgartê domiya.

RENNES

Li bajarê Rennesê yê Fransayê jî êrişên ku artêşa Tirk a dagirker dibe ser Kurdistanê hate protestokirin. li Place du Colombîerê daxuyanî hate dayîn, êrişên li Kurdistanê, operasyona li ser gelê Kurd û doza girtina HDP’ê hate şermezarkirin. Çalakgeran sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kirin.