Yên li Sêwasê hatin qetilkirin li Londonê bibîr anîn

Şehîdên Sêwasê li Londonê hatin bibîranîn û peyama ‘Yên li Sêwasê hatin qetilkirin û yên Denîz Poyraz qetil kirin, heman hişmendiye’ dan.

Hevparên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanya li Londonê di salvegera 28’an a Qetilkirina Madimakê de li Parka Stoke Newîngton Common li pêşiya Bîrdariya Sêwasê hatin ba hev.

Di bîranînê de wêneyên qûrbaniyan hatin hildan û rêz hate girtin. Deyîş hatin gotin û sema gerandin, qûrnefîl danîn ber Bîrdariya Sêwasê.

Komên ciwan û zarokan ên Federasyona Elewî û Mala Cemê tembûr lêdan û deyîş, stran û şiîr gotin.

Li ser navê nûnerên saziyan axaftin hate kirin û bal kişand ku hê berpirsên qetlîamê tên parastin, hate gotin ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ya heyî heman hişmendiya qetlîam e.

Di axaftinan de ev hate gotin: “Hişmendiya Denîz Poyraz qetil kir, heman hişmendiya li Madimakê qetlîam kiriye.”

Li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk Serokê Komeleyê Nivîskar Ahmed Guven bi Kurdî û Tirkî daxuyanî da. Guven got: “Yên li Sêwasê dilê me şewitandin li Pirsûsê xeyalên ciwanên me şewitandin. Li Enqerê aştî li Kobanê jî dayik li gel zarokan şewitandin. Em ê bi berdewam hesabê Sêwasê bixwazin. Ji bîr nakin, nadin jibîrkirin.”