Ernst-Dzîedzîc’ê bi peyamekê piştgirî da HDP'ê
Endama Partiya Keskan a Parlamenta Awûstûryayê Ewa Ernst-Dzîedzîc, zextên AKP-MHP’ê yên li ser HDP’ê şermezar kir û bi peyamekê piştgirî da HDP'ê.
Endama Partiya Keskan a Parlamenta Awûstûryayê Ewa Ernst-Dzîedzîc, zextên AKP-MHP’ê yên li ser HDP’ê şermezar kir û bi peyamekê piştgirî da HDP'ê.
Parlamentera Awûstûryayî Ewa Ernst-Dîedzîc di serî de doza girtina HDP’ê ku bi telîmatê AKP-MHP’ê hatiye vekirin û zextên li ser ku dema dawiyê zêde bûye şermezar kir. Ernst-Dzîedzîc bêdengiya welatên Ewropa ya li hemberî binpêkirinên mafê mirovan û zextên ku zêde dibin ên rejîma Erdogan rexne kir û got, “Ger ku daraz HDP’ê bigire wê ev yek bibe gava dawîn a ji bo afirandina otokrasiyê ya li Tirkiyê.”
Parlamentera Awûstûryayî Ernest-Dzîedzîc li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal de piştevaniya xwe ya ji bo HDP’ê ragihand û daxwaz kir ku eger dewleta Tirkiyê binpêkirinên mafê mirovan û ne hesibandina dewleta huqûqî dom bike, pêkanînên navneteweyî li hemberî rejîma Erdogan were pêşxistin. Ernst-Dzîedzîc di peyama xwe de bi zimaneke tund xwe vekişandina Tirkiyê ji Peymana Stenbolê ya bi telîmatê Erdogan rexne kir.