Polîsan girtin ser Wezareta Edaletê ya Fransayê
Di çarçoveya lêpirsîneke li ser Wezîrê Edaletê yê Fransayê Erîc Dûpond Morettî de, polîsan girtin ser avahiya Wezaretê.
Di çarçoveya lêpirsîneke li ser Wezîrê Edaletê yê Fransayê Erîc Dûpond Morettî de, polîsan girtin ser avahiya Wezaretê.
Sê sendîka û komeleya Antîcor derbarê Wezîrê Edaletê, xebatên wezaretê û ji ber sûcdariya ji ber nakokiyên berjewendiyên peywira wî ya berê ya parêzertiyê, di meha Çileyê de li Dadgeha Edaletê ya Komarê lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Bi lêpirsînê re hemwelatiyekî diyar kir ku dema Erîc Dûpond Morettî bi hinceta ku Wezîrê Edaletê ye, nabe ku li ser qanûnan be.
Di vê çarçoveyê de polîsan saet di 09.00’an de girtin ser Wezareta Edaletê. Lêgerîna di nav avahiyê de ji aliyê sê dadgerên komîsyona lêpirsînê ya Dadgeha Edaletê tê kirin.
Bi van lêgerînên berê nehatibû kirin, li delîlên derbarê wezîr Morettî digerin.
Sûcdariya li ser Erîc Dûpond Morettî ev e ku di du dozan de dema ku parêzer bû, derfetên wezaretê xerab bi kar aniye.
Di vê lêgerînê de Erîc Dûpond Morettî êdî ne xwedî parastineke qanûnî ya taybet e.
Hate diyarkirin ku ev lêgerîn wê li ser hemû xebatkarên wezaretê be û wê bi saetan bidome.