Di saetên 07:00’an sibê de li Hannoverê polîsan hemwext avêtin ser malên 5 aktivîstên Meclîsa Jinan a Ronahî û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û lêgerîn kirin.
Aktivîstên avêtin ser mala wan mirovên ji bo pirsgirêkên hiqûqî, brokratîk ên Kurdistaniyên li Hannover û derdorî wê, dîsa serdanên doxtoran de bi wan re diçû û dihatin, wergeriya wan dikir, pirsgirêkên wan çareser dike, li dijî serweriya mêr kar dikir, qursên ziman, mûzîkê dikirin, fersendên pîrozbahî û perwerdehiyê didan û ji bo civakê dibûn alîkar in.
Hate ragihandin ku destûra serdegirtin û lêgerînê berî hefteyekê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Celle ji aliyê Dadgeha Herêma Celleyê ve hatiye dayîn. Kesên bi ser avahiyên wan hatine girtin li gorî madeya Hejmar 4 a Yasaya Hevpar a (20) destekdayîna Partiya Karkerên Kurdistanê û binpêkirina têkildarî xebatên PKK’ê yên sala 1993’an hatiye binpêkirin tên sûcdarkirin.
Polîsan di avêtina ser malê de şidet bikar anî, li jêrzemînan jî hate lêgerîn. Di serdegirtinê de dest danî ser telefon, kompîter, pereyên takekesî, not û rojnivîsan.