EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Berlînê ji bo azadiya Ocalan 1500 name ji bo NY’yê hatin şandin
Di çarçoveya kampanya nameyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihate birêvebirin de, li bajarê Berlîn a Elmanyayê 1500 nameyên hatibûn amadekirin ji bo NY’yê hatin şandin. -
Kurdên li Fînlandiyayê li dijî hilbijartina Îranê çalakî kirin
Komek Kurdên alîgirên PJAK’ê li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê li dijî hilbijartina serokkomariyê ya Îranê ku îro pêk hat, daketin qadan û hilbijartin protesto kirin. -
Kurdên li Rûsyayê banga xwedîderketinê li berxwedana gerîla kirin
Kurdên li Saratov a Rûsyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk û PDK’ê protesto kirin, banga xwedîderketinê li berxwedana gerîla kirin. -
Syriza êrişa li ser HDP'ê û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir
Syriza êrişa li ser HDP'ê û qetilkirina Denîz Poyraz a HDP'î şermezar kir û got, "Em heta dawiyê piştgiriyê didin HDP'ê." -
Qetilkirina Denîz Poyraz li Saarbrucken û Den Haagê hate şermezarkirin
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê û li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Kurdistaniyan tevî dostên xwe, qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê şermezar kirin. -
Li Ewropayê gel bi dirûşma ‘Denîz Poyraz Namire’ li qadan bûn
Kurdistanî û dostên xwe yên li bajarê Koln, Berlîn, Hannover, Munîh û Hambûrg ên Elmanya, paytexta Îngîltere London û bajarê Marsîlya û Parîs ên Fransayê û Mantes la Jolîe daketin qadan, êrîşa li ser HDP’ê protesto kirin. -
Li Frankfûrt, Parîs, Bremen û Stockhlmê qetlîama li ser HDP’ê protesto kirin
Êrîşa li ser HDP’ê û qetlilkirina Denîz Poyraz a li Îzmîrê li Praîs, Frankfûrt, Bremen û Stockholmê bi pêşengtiya jinan hate protestokirin. -
Raportorê Tirkiye yê PE’yê Amor: Divê meqamên têkildar nerazîbûnên tund nîşanî êrîşê bidin
Raportorê Tirkiye yê PE’yê Nacho Sanchez Amor ê nerazîbûnên nîşanî qetilkirina Denîz Poyraz a DHP’î ya li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê da got: “Bi awayekî tundî qetilkirina Denîz Poyraz a HDP’î ya di êrîşa li ser avahiya HDP’ê de şermezar dikim.” -
Ji asta navneteweyî nerazîbûnên li dijî qetilkirina Denîz Poyraz bilind bûn
Gelek sazî û dezgehên navneteweyî nerazîbûn nîşanî qetilkirina xebatkara Seroaktiya HDP’ê ya navçeya Îzmîrê dan. -
Senatorê Fransiz: Divê em hevgirtina bi Kurdan re zêde bikin
Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê Pîerre Laûrent yê ku ew jî di heyeta aştiyê de bû, bang kir û got “Divê em hevgirtina bi Kurdan re zêde bikin.” -
KON-MED: Tavilê divê herkes dakeve qadan
KON-MED’ê bal kişand ku êrîşa li ser HDP’ê organîzeya dewletê ye û bang li her kesê kir dakevin qadan. -
Jin a DAÎŞ'î Sarah O. li Elmanyayê bi 6 salan hate cezakirin
Jin a DAÎŞ'î Sarah O. ku ji ber sûcên li dijî jinên Êzidî li Elmanyayê dihate darizandin, bi 6 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin. -
Li Berlînê standa 'Em Rêbertî dixwînin'
Li paytexta Elmanya Berlînê JXK'ê di çarçoveya kampanya "Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e" standeke agahdarkirinê bi navê "Em Rêbertî dixwînin" danî. -
Êrişên dagirkeriyê li Mannheimê hatin şermezarkirin
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, êrişen dagirkeriyê û helwesta PDK'ê hatin şermezarkirin. -
JXK’ê li Bîelefeldê standek vekir
Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê JXK’ê ji bo danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standek vekir. -
Ciwanan li Marîgnaneyê li dijî êrîşên dagirker çalakiya bêîtaetiya sivîl kirin
Ji bo protestokirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ciwanan li balefirgeha bajarê Marîgnaneyê ya Fransayê çalakiyeke bêîtaetiya sivîl kirin. -
IPPNW: Divê Elmanya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bixebite
IPPNW, êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û astengkirina heyeta aştiyê şermezar kir û bang li Elmanyayê kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêkhatina aştiyê bixebite. -
Ji Swîsreyê bang hate kirin: Nekevin xefika neyaran, bi ser gerîla ve neçin
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, nûnerên 9 partî û saziyên Kurdan ên li Swîsreyê bi daxuyaniyekê banga berxwedan û yekîtiyê kirin. -
Astengkirina Heyeta Aştiyê di rojeva meclîsa Elman de ye
Partiya Çep, astengkirina heyeta aştiyê ji aliyê polîsan ve, xiste rojeva Meclîsa Federal a Elman. -
Şandeya aştiyê ku vegegriya Dusseldorfê: Em piştevaniyê geş bikin
Koma duyan a şandeya aştiyê ku ji bo êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Başurê Kurdistanê rawestînin çûbûn Hewlêrê û PDK'ê ew asteng kirî vegeriya Dusseldorfê ya Elmanyayê. -
Parlamenterê Swîsrî ku PDK'ê ew asteng kirî: Em ê dîsa biçin
Şaredarê berê yê Cenewrê Rêmy Paganî ku ji bo aştiyê çûbû Hewlêrê û PDK'ê ew asteng kirî, got, ''Bi dijminatî nêzîkatî li me kirin. Di demeke kurt de bi bi daxwaza aştiyê ji bo ku em biçin em ê dîsa hewl bidin.'' -
Li Helsînkiyê êrîşên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê hate şermezarkirin
Kurdên li Fînlandiyayê li Helsînkiyê êrişên ku dewleta Tirk dibe ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê şermezar kirin. -
Li welatê Katalan berxwedana gerîla hate silavkirin
Li bajarên Barcelona, Lleîda û Valencîayê, ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê çalakî hatin lidarxistin. -
Endamên Heyeta Aştiyê yên ji Swêdê, kiryarên PDK'ê şermezar kirin
Endamên Heyeta Aştiyê yên ji Swêdê çûn Başûrê Kurdistanê, lê ji aliyê PDK'ê ve hatin vegerandin, bi daxuyaniyekê kiryarên PDK'ê û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. -
'NATO'yê li dijî Kurdan rê li ber komkujiyên nû ve kir'
Hevserokatiya KCDK-E'yê têkildarî encamên civîna bilind a lîderên NATO'yê daxuyanî da û got, "Bi biryara li Civîna Bilind a Lîderên NATO'yê, rê li ber Erdogan hatiye xweşkirin ku komkujiyên nû bike."