Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyên nû ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûtarres re şandin.
Meclîsa Navenda Kurdistana Azad (NAV-Berlîn) 1500 îmzeyên demek nêzîk kom kiribû, bi komî şand.
Berî niha demekê bi pêşengtiya Koma Xebatên Kurd a Başûrê Efrîqa (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkavanan a Başûrê Efrîqa (COSATU) ji bo Sekreteriya Giştî ya NY’yê kampanya îmzeyn a ‘Dem hatiye; Ji bo li Tirkiye aştiyeke adil pêk were, ji Abdullah Ocalan re azadî’ hatibû destpêkirin.