KON-MED: Tavilê divê herkes dakeve qadan
KON-MED’ê bal kişand ku êrîşa li ser HDP’ê organîzeya dewletê ye û bang li her kesê kir dakevin qadan.
KON-MED’ê bal kişand ku êrîşa li ser HDP’ê organîzeya dewletê ye û bang li her kesê kir dakevin qadan.
Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanya (KON-MED) li ser êrîşa faşîzan a li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz daxuyaniyek da.
KON MED’ê diyar kir ku îtifaqa mafyayî ya AKP-MHP ji bo xwe ji krîzên di nava dewletê de rizgar bike, serî li qetlîaman didin û got: “Rêxistina çetewarî ya dîktator Erdogan ku ji derveyî xwe ti ramaneke din qebûl nake, carekî din êrîş bire ser HDP’ê û xwestiye berxwedana civakî ya azad asteng bike.”
KON-MED’ê anî ziman ku di êrîşa saetên danê sibehê ya li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de endama HDP’ê Denîz Poyraz hatiye qetilkirin.
KON-MED’ê wiha domand: “Vê cînayetê rûyê dewleta Tirk a nîjatperest, qetlîamker û dijminê Kurdan carekî din zelal derxist holê. Divê êdî hikûmeta Elmanya ya ku tim destekê dide dîktator Erdogan vê qetlîamê ji nedîtî ve neyê. Divê tavilê li dijxwî vê êrîşa qetlîamker bikeve tevgerê.
Êrîş di şexsê HDP’ê de li ser hemû hêz û dengê demokrasî yên Tirkiyeyê hatiye kirin.
Em vê êrîşa nemerdane ku ji aliyê dewleta mafya ya AKP-MHP’ê ve hatî kirin, bi tundî şermezar dikin. Em KON-MED bang li hemû meclîsên girêdayî xwe, gelê xwe û hêzên demokrasî û dostên xwe dikin ku tavilê dakevin qadan û xwedî li HDP’ê derkevin. “