Senatorê Fransiz: Divê em hevgirtina bi Kurdan re zêde bikin
Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê Pîerre Laûrent yê ku ew jî di heyeta aştiyê de bû, bang kir û got “Divê em hevgirtina bi Kurdan re zêde bikin.”
Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê Pîerre Laûrent yê ku ew jî di heyeta aştiyê de bû, bang kir û got “Divê em hevgirtina bi Kurdan re zêde bikin.”
Senator Pîerre Laûrent piştî ji serdana Hewlêrê vegeriya li Parîsê li Senatoyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Laûrent banga hevgirtina bi Kurdan re kir û got “Êrişên dagirker ên ku dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê ve li Başûrê Kurdistanê dike, gelekî xetere ye.”
Laûrent bang li medyayê kir ku bila bêdeng nemînin û got “Divê em piştgiriya xwe ya bi Kurdan re zêdetir bikin.”
Laûrent qala serdana heyeta wan a li Hewlêrê kir û got “Heyeta me li Hewlêrê bandoreke mezin çêkir. Gelek kesan di heyetê de cih digirtin û me gelek hevdîtin kir lê heyeta me hate astengkirin.”
Laûrent xwest bila Yekîtiya Ewropayê PKK’ê ji lîsteya terorê derxe û ji bo afirandina çareseriyê divê bi Kurdan re diyalog were kirin.
Laûrent diyar kir piştî Îlonê wê dîsa biçin Hewlêrê got “Armanca me ev e ku em bêdengiyê biqedînin.” Laûrent bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk ji bo gelên herêmê xetereyên nû çêdike.