Li Helsînkiyê êrîşên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê hate şermezarkirin
Kurdên li Fînlandiyayê li Helsînkiyê êrişên ku dewleta Tirk dibe ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê şermezar kirin.
Kurdên li Fînlandiyayê li Helsînkiyê êrişên ku dewleta Tirk dibe ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê şermezar kirin.
Heyetên Aştiyê yên ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê çûn Hewlêrê, lê ji aliyê PDK'ê ve bi zordarî hatin vegerandin, bi daxuyaniyan nerazîbûnê nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re didin.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, bi vê armancê daxuyaniyek hate dayin. Çar ji endamên Heyeta Aştiyê yên Fînî tevî Kurdistaniyan li qada Îtakeskûsê li hev civiyan.
Endamên heyetê daxuyaniyek dan, qala armanca xwe ya ji serdanê kirin û astengiya PDK'ê, her wiha hevkariya wê ya bi dagirkeriya dewleta Tirk re şermezar kirin.
Bi navê KCDK-E'yê jî daxuyaniyek hate dayin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Çalakî bi dirûşmên li dijî dagirkeriyê bi dawî bû.