Hevserokatiya KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand û ragihand ku encamnameya Civîna Bilind a Lîderên NATO'yê ji bo nixumandina sûcên dîktator Erdogan û artêşa Tirk a qirker, her wiha ji bo kirina komkujiyên nû, rê xweş dike.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Encama ji Civîna Bilind a Lîderên NATO'yê derket, ku 14'ê Hezîrana 2021'ê roja Duşemê li Brukselê pêk hat, hem sûcên dîktator Erdogan û artêşa Tirk a qirker ên li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dinixumîne hem jî rê li ber komkujiyên nû xweş dike."
Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Tirkiye ku bi deh hezaran mirov ji ber fikrê xwe lê girtî ne, tehemûl li îradeya azad nayê kirin, destdirêjî li jinan tê kirin, jin têne kuştin û beşeke mezin a civakê bêkar û birçî hatiye hiştin, bi vê biryarê hatiye xelatkirin.
Li cografya Tirkiyeyê ku veguheriye girtîgehekê, li dijî Kurdan û her beşên civakê zexteke giran dewam dike. Demokrasî, mafên mirovan hatine betalkirin. HDP a ku îradeya bi milyonan mirovî temsîl dike, bi rêya dozê hewl tê dayin li derveyî siyasetê bê hiştin. Eger li ber faşîzma AKP-MHP'ê ranebin û tedbîr neyên wergirtin wê paşeroja 50 milyon Kurdî di metirsiyê de be. Armancên dagirkirin û desteserkirinê yên artêşa Tirk ên li ser cografya Kurdistanê nîşaneya berçav a vê yekê ye.
Bi navê KCDK-E'yê em bang li gelên Ewropayê û cîhanê dikin; biryara di civîna bilind de hate wergirtin, pêşî li hemû derfetên jinûve avakirina demokrasiyê ya li Tirkiyeyê digire. Ev biryar tê wê wateyê ku bi milyonan mirov ji ber fikrê xwe bikevin girtîgehê, nearamiya aborî û civakî mezintir bibe, birçîbûn û xizanî girantir bibe.
Piştgiriya ji bo hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst, wê hem li Tirkiye, hem li Kurdistan hem jî li Rojhilata Navîn bibe sedema nearamiyeke nû, komên barbar ên mîna DAÎŞ'ê yên ku AKP piştgiriya wan dike bêhtir terorê li gelan bikin.
Civîna Bilind a Lîderên NATO'yê, li gel hişyarî û helwesta şermezarkirinê ya gelê Kurd û dostên wan, li şûna ku dewleta Tirk ji komkujî û qirkirinê vegerîne, biryareke welê wergirtiye ku şer û dagirkeriya dewleta Tirk dipejirîne."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelan hate kirin ku li ber vê biryar û nêzîkatiyê rabin û ji bo çareseriyê nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû: "Ji bo jiyaneke demokratîk û mirovî ya li Tirkiye, Kurdistan û Cîhanê, piştgiriyê bidin têkoşîna demokrasiyê."