EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Cenevre û Strasboûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê didome
Gelê Kurd li Cenevre û Strasboûrgê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomîne. -
Civîna Lîbyayê wê 23'ê Hezîranê li Elmanyayê bê lidarxistin
Elmanya wê li gel Neteweyên Yekbûyî, malovaniyê ji civîna Lîbyayê ya 23'ê Hezîranê re bike. -
HBDH'ê ji bo çalakiya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kir
HBDH Ewropayê bang kir û got, "Ji bo pêşî li êrişan bê girtin, em bang li gelên xwe dikin ku 2'ê Hezîranê li Strasbourgê tevlî xwepêşandana li ber Konsolosxaneya DYE'yê bibin." -
Ciwanan li Lûzernê tecrîd protesto kirin
Ciwanên Kurd li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Lûzern a Swîsreyê çalakiyek kirin. -
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bi çalakiyên cihê didome
Çalakiya rûniştinê ya 12’ê Gulanê bi pêşengtiya TEJK-E û KCDK-E ya li dijî dagirkerî û qirkirinê li Strasbûorgê hatibû destpêkirin di hefteya xwe ya 4’an de ye. Çalakî ku bi çalakiyên cihê dewam dike, wê roja Înê biqede. -
TJK-E û KCDK-E'yê ji bo meşa 2'ê Hezîranê ya li Strasbourgê bang kir
TJK-E û KCDK-E wê bêdengiya Konseya Ewropayê ya li pêşberî êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk û biryara DYE'yê ya li dijî gelê Kurd û pêşengên wan, 2'ê Hezîranê bi meşekê şermezar bikin. Her du rêxistinan ji bo meşê banga tevlîbûnê kir. -
Ji bo windayan li Brûkselê çalakî hate kirin
Di çarçoveya 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakirinên dema Destgîrkirinê ya Navneteweyî de, li paytexta Belçîka Brûkselê çalakiyek hate kirin. -
Çalakiya rûniştinê ya li dijî dagirkeriyê ya li Strasborûgê komek nû dewr girt
Çalakiya rûniştinê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê li bajarê Strasboûrg a Fransayê hatibû destpêkirin di hefteya 4’an de ji aliyê komeke 30 kesî yên ji Swîsre hatî ve hate dewr girtin. -
Li Berlînê tûrnûvaya ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê
Li paytext Berlînê, ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê tûrnûvayeke futbolê hate lidarxistin. -
Koma ji Bonnê Nobeta Azadiyê dewr wergirt
Koma ji bajarê Bonnê ya Elmanyayê hat çalakiya Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasboûrgê wergirt. -
Şehîdên meha Gulanê li Grazê hatin bîranîn
Li bajarê Grazê yê Awûstûryayê, Şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. -
Li Qibrisê hilbijartinên giştî hate lidarxistin
Li Komara Qibrisê gel ji bo hilbijartinên giştî li ser sindoqan bû. Ji bo 56 endamên parlamentê 21 partî tevlî hilbijartinê bûn. Di encamê de partiya DISY a bi lîderiya Serokê Qibrisê Anastasiadis bû yekemîn, partiya AKEL jî bû duyemîn. -
FED-DEM’ê kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist
Saziya Kurdên li Elmanyaya Bakur FED-DEM’ê li bajarê Hîldesheîmê kongreya xwe asayî ya 3’emîn li dar xist. -
NCDK'yên li Swêd û Skandînavyayê kongreyên xwe li dar xistin
NCDK a Swêdê kongreya xwe ya 11'an û NCDK a Skandînaviya kongreya xwe ya 2 hemîn li dar xistin -
Li Viyanayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn
Li Viyanayê ya ku paytexta Evûstûryayê ye Yekîtiya Hêza Şoreşger şehîdên meha Gulanê bi bîr anî. -
Êrişên dagirkeriyê yên Tirk li Lîmasolê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarê Lîmasolê yê Qibrisê ji aliyê Kurdan ve hatin şermezarkirin. -
Li Brotonyayê bi deh hezaran kes ji bo zimanê dayikê meşiyan
Li bajarê Guingampê yê li rojavayê Fransayê, bi deh hezaran kes ji bo zimanê Brotonî meşiyan. -
Li Rennesê ji bo Şehîd Sînan Dêrsim tûrnûwaya ciwanan hate lidarxistin
Li bajarê Rennesê yê Fransayê Meclîsa Ciwanan a Bretonyayê Tûrnûwaya Ciwanan a Şehîd Sînan Dêrsim li dar xist. -
Li Bordeaûxê êrîşên dagirker hate protestokirin
Êrîşên dagirker ên ku dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê dike, li Bordeaûxê hate protestokirin. -
Li Marsîlya û Hannoverê êrişên dagirker û tecrîd hatin protestokirin
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê êrişên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û tecrîd hate protestokirin. -
Li Stûttgartê dagirkerî hate protestokirin, şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn
Li Stûttgartê bi meşekê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin û şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. -
Li Parîsê tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hatin protestokirin
Li Parîsê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin. -
Li hemberî êrîşên dagirker li Hambûrgê meşek hate kirin
Li Hambûrgê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk meşek hate kirin. Di meşê de xwedî li berxwedana gerîlayan û HDP’ê hate derketin. -
Li Brukselê êrîşên dagirker, DYE û NATO hatin protestokirin
Şerê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dike û polîtîkaya DYE û NATO’yê li pêşiya Balyozxaneya DYE ya li Brukselê hate protestokirin. -
Greva li Yewnanistanê koma 30’î dewir girt
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li Yewnanistanê hatibû destpêkirin, koma 30’î dewir girt.